Fîlmê ‘14 Temmuz’(14’ê Tîrmehê) ê li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê, ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hatiye amadekirin, li Moskowayê hate nîşandan. 

Fîlmê li ser berxwedana kadroyên PKK’ê yên li zindana Amedê, piştî ku li gelek welatên Ewrûpayê û di rojên taybet ên fîlman de hate nîşandan, li paytexta Rûsya Moskowayê jî hate ser perdeya spî. Di organîzasyona hevpar a Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çandê ya Kurdan de, tevî Kurdistaniyan mirovên ji gelek neteweyên cuda jî li fîlm temaşe kirin.

Fîlm pêr êvarê saet di 18:00 de li salona sînema ya 5 Zvezdê hate nîşandan û piştî nîşandana fîlm derhêner Haşim Aydemîr têkildarî nîşandana fîlm li Rûsyayê axivî. Aydemîr got: “Me heta niha fîlm li nêzî 100 cihî nîşan da û nêzî 20 hezar kesî lê temaşe kir. Ji bilî vê, em niha li Moskowayê pêşandaneke taybet dikin. Ev der ji bo me çima girîng e? Bi sed hezaran mirovên ji gelê me li vir dijîn. Beriya ku fîlm bikeve vîzyonê me xwest bi pêşandaneke taybet bi gelê xwe bidin temaşekirin. Ev nîşandana li Moskowayê wê bibe destpêka nîşandana li welatên Civata Dewletên Serbixwe. Em dixwazin li Kazakîstan, Gurcîstan, Ermenîstan, Azerbaycan û her devera gelê me lê ye fîlmê xwe nîşan bidin.”


Sînemaya ji bo gel e

Aydemîr bal kişand ser rihê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li zindana Amedê afirand û dest nîşan kir ku bi nîşandana vî fîlmî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, ew dixwazin vî rihî bigihînin tevahiya gelê Kurdistanê. Aydemîr got, “Em vê sînemayê ji bo gelê xwe dikin. Em di serdema dîtbarî de ne ku dikarin êş û berxwedana gelê xwe bi zimanê sînemayê xweş nîşan bidin.

Di dawiya axaftina xwe de Aydemîr bal kişand ser eleqeya mirovan ji bo fîlm û got, “Li Moskowayê gelekî bal kişand. Li Ewropayê jî eleqe zêde bû û reaksiyoneke erênî hate nîşandan. Li Rûsyayê jî heman nêzîkatiyên erênî tên nîşandan.”  


 ANF/MOSKOWA