Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyakirin ku wê qonaxa duyemîn a operasyona Minbicê daye destpêkirin.
Her wiha di çarçoveya operasyonê de 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin û du serçete jî di nav de bi giştî 29 çete hatin kuştin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasyonan de ku hîna dewam dikin û dorgirtina li Minbicê û ketina bajêr, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên Minbicê li derdora bajêr gelek gund rizgar kirine û hemû rêyên ku ji bo alîkariya çeteyan diçin navenda bajêr hatine kontrolkirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku wê ji bo ewlekariya sivîlan pirr bi baldarî tevbigerin û weha dewam kir: “Bajarê Minbicê bi temamî hatiye dorpêçkirin û ji bo gava xwe ya ketina hundirê bajêr me planeke bihêz a parastina canê sivîlan daniye û wisa em operasyonê dimeşînin.”
‘Sivîlan rehîne digirin’
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê sivîlan di hundirê bajêr de rehîn digire û weke mertalên zindî bi kar tîne.
Meclîsê bang li hemû welatiyan kir ku durî herêmên şer bimînin û daxuyaniya xwe weha bi dawî kir: “Em soz didin gelê xwe yê Minbicê ku em ê Operesyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla heta bi rizgarkirina tevahiya Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê bidomînin.”
Gundên hatin rizgarkirin
Li gorî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA), şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di encama operasyonê de
gundên Sifêra, Ûm El-Setîh ên 7 kîlometreyan li rojhilatê Minbicê, gundên Tehna El Kebîra, Sihêdiyê yên 6 kîlometreyan li başûrrojhilatê Minbicê û gundê El-Sultaniyê yê ku yek kîlometreyê li rojhilatê Minbicê ye ji çeteyan hatine paqijkirin. Di encama rizgarkirina gundê El-Sultaniyê de 17 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
Her wiha 2 serçeteyên xwestin bikevin nava gundê Eseliyê yê ku şêniyên wê Kurd in, jî hatin kuştin.
Li gundê Hudhudê şerê dijwar
Dema ku me nûçe ji bo weşanê amade dikir, li gundê Hudhudê yê li rojhilatê bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimî û li gorî ANHA’yê di vî şerî de heta niha 10 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Çete derbasî Ewrûpayê dibin
Ji Fermandarên QSD’ê yên li bereya Minbicê, Mêrxas Kobanê da zanîn ku emîr û endamên çeteya DAIŞ'ê, piştî dorpêçkirina Minbicê dest bi revê kirine, çûne Cerablûsê û ji wir jî derbasî Tirkiye û Ewrûpayê bûne.
Mêrxas Kobanê bang li hêzên navneteweyî kir, ku di vê mijarê de baldar bin û helwesteke zelal nîşan bidin.
Kobanê bang li civaka navneteweyî jî kir, ku ji bo pêşî li rûdana komkujiyên nû yên li Ewrûpayê were girtin, zextê li dewleta Tirk bikin ku desteka xwe ya ji bo komên çeteyan qut bike.
ANHA/MINBIC