Gotin heye mirov pê şa dibe, gotin heye mirov pê hêrs dibe... Gotin heye coş û germiyekê dixe dilê însên, gotin heye mirov dixe nava xemgîniyê. Gotin heye ewqas bi têsîr e ku mirov qet ji bîr nake, gotin heye dikeve guhekî mirov û ji yê din derdikeve û  tu têsîrê lê nake. Lê hinek gotin jî hene; mirov pê rûtirş dibe!..

Gotinên vê dawiyê yên nûnerên hikûmeta Tirk jî bandoreke wisa li me Kurdan kir. Lêvên me pê qurmiçîn, rûyên me pê tirş bûn; mîna ku mirov mişmişeke Meletiyê ya tirş a hên şîrîniya xwe negirtiye, bixwe: Gelo li kîjan çiyayî gurek miriye?
Mirov divê di destpêkê de vê tespîtê bike; îro çaxa Kurdan e. Bayê felekê vê carê miletê Kurd xistiye pêşiya xwe û diqîre, “haydê Kurdno nesekinin, dem dema we ye!”
Ji nod salan vir ve; li Koçgîriyê, li Palû û Amedê, li Agirî û Dêrsimê, li Mereşê û ev sîh salên vê dawiyê jî li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî li ser komkujiyan, zindan, êşkence, parçekirin û sirgûnkirin... Serok û rêberên Kurdan, Şêx Saîd, Seyîd Riza, Dr. Qasimlo û pirr kesên din, bi gotinên lihevhatinê hatin xapandin û bi rêbazên qehpetiyê hatin kuştin...
Bi van bedelên giran hişên Kurdan hate serê wan: Hişyarî, zanyarî û rêxistinî. Êdî dek û dolab û lîstikên dewletê baş tên naskirin û gotinên bi ‘terorê’ xemilandî tenê wekî nifirê tê fêhmkirin. Guh ne li gotinê ye, lê çav li gavên pratîkî ne!
Mêzekin; Serokwezîrê Tirk R.E. Erdogan û nûnerên hikûmetê ev deh roj in bi rêya televîzyon, rojname û înternetê saet bi saet daxuyaniyên derbarê ‘muzakereyê’ de didin, bahsa guftugokirina bi lîderê Kurd Abdullah Ocalan re dikin; lê nikanin Kurdan sist bikin. Nikanin baweriyekê bidin Kurdan: Baş e, Kurd jî ji bo çareseriyê dibêjin diyalog. Helbet bi Rêberê Kurd Abdullah Ocalan re guftûgokirin pirr girîng e, rolê wî mîna kilîta çareseriyê ye. Lê kanê gavên pratîkî?..
Dewleta Tirk, li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yên bi Kurdan re têkîldar in, êdî nikane paradîgmaya netew-dewletê ya ku li ser bingeha tunekirina neteweyên neyî Tirk hate sazkirin, zêde bimeşîne. Li Iraqê Kurd xwedî statûyekî siyasî ne û li Suriyeyê jî xweseriya xwe ava dikin. Him Iraq him jî Suriye ber bi parçebûnê ve diçin. Behsa dewletên nû yên Kurd û Erebên Şîî û Sunnî tê kirin. Û di rewşa Rojhalita Navîn a îro de tu dewlet êdî nikane bi paradîgmayeke mîna ‘yek millet, yek dewlet, yek ziman û ji kurdan re mirin!’ li ser pê bisekine. Polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê li hemberî têkoşîna Kurdan a hevdemî pûç bûn û wê nema bikanin werin meşandin!..
Wer xuya ye ku li hemberî van pêşketinan eger dewleta Tirk bixwaze li ser pê bisekine; êdî ev yek bêyî Kurdan û bêyî Kurdên xwedî statûyeke siyasî, ne mimkûn e! Ev gotinên ‘muzakereyên li Îmraliyê’ yên ku nûnerên hikûmetê bi coşeke (!) bêdil bilêv dikin jî li ser vê rastiyê têne ziman. Lê hîn jî hikûmet behsa jiyaneke bi rûmet a bi hev re nake, behsa lihevhatin û aştiyê nake; behsa kişandina destê xweyî qilêr ji hebûn, ziman û kultura Kurdan nake, behsa serbestberdana parlementer, şaredar û bi dehhezaran Kurdên bê suc ên di zindanan de nake; tenê behsa ‘bêçekkirina terorê’ dike. Wer xuya ye ku muxatabê gotinên nûnerên hikûmetê ne Kurd in, miletê Tirk bi xwe ye; Tirkên ku bi polîtîkayên wan ên bi jahra nijadperestiyê hatine jahrkirin in...
Gotinên bêyî pratîkê bê mane ne û êdî tameke tirş didin. Çavên Kurdan li gavên pratîkî yên siyasî ne. Kurd dizanin çi dikin û ji her demê bêhtir bi hêvî ne, lê bê hiş nîn in!..