Bayik ji Washîngton Postê re nivîsî û got, “Heger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di pêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de bi rolekî diyarker rabin. Nexasim dewleta Tirk vê red dike.” Li ser vî agir kete rayedarên dewleta Tirk û Washington Post ji xwe re kirin armanca tohmetên bêserûber. Wezîrê karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu Washington Post bi propagandaya terorê tohmetbar kir.
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ji bo Rojnameya Washîngton Postê nivîsî û got, “Ji bo Kurdan û Tirkan di warê aştiyê de ev pêvajoyeke gelekî girîng e. Em xera nekin.”
Bayik beriya wê digot, “Di şerê navbera Kurdan û dewleta Tirk de rû didin, di qonaxeke krîtîk de ne. Ji bo lihevnekirinekê demek dirêj e fersendeke çareseriyê li pêşiya me ye. Dema ku me ev firsend ji dest da, di vî nifşî de dibe ku careke din firsend bi dest nekeve.”
Ocalan ji Îmralî derxin
Bayik bi bîr xist ku sala 2015´an Kurd û dewleta Tirk gihiştibûn rêkeftinekê û wiha behsa hingê kir: “28’ê Sibata 2015’an piştî hevdîtina 2 salan, nûnerên Kurd û dewleta Tirk gihiştin rêkeftineke ku hêviyê ji bo aştiyê pêk bîne. Lê Erdogan dema dît ku ev yek wê bi kêrî hilbijartina AKP’ê neyê, careke din berê xwe da şer.”
Bayik rexneyê li xwe digire û kêmasiyên xwe wiha îfade dike: “Em wisan fikirîn ku pirsgirêka Kurd wê tenê bi diyalogên bi partiya Erdogan re bê çareserkirin. Dema ku hewl tê dayîn ku çareserkirina şerê girift û tevlîhev, ji bo hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê têxin nava vê pêvajoyê, divê me zêdetir kar bikira. Bi heman rengî ji bo sûd dayîna çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, diviyabû hemû hêzên alîgirên demokrasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê me bixista nava liv û tevgerê.”
Bayik dibêje, “Di mijara muzakereya li ser bingeha polîtîk a meseleya Kurd a li Tirkiyeyê de em biryardariya xwe îlan dikin.” Ew Ocalan weke nûnerê esasî bi nav dike û dibêje, divê ew ji Hepsa Îmralî bê derxisin û li hepsa malê ewle bê bicihkirin. Bayik wihda dawî li nivîsa xwe tîne: “Heger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di bipêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de bi roleke diyarker rabin. Nexasim dewleta Tirk vê red dike.”
Dewleta Tirk har bû
Li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyeke ecêb da û got, “Lîderekî PKK´ê ku gelek welatan û DYE´yê weke terorîst xistiye lîsteya xwe, propagandaya terorîst kiriye û ji bo vê jî Washington Post bi kar aniye.” Wî îdîa kir ku Washington Postê prensîpên pêşîgirtina li terorîzmê binpê kirine. Lê wezîrê Tirk nekarî ji nivîsê yek tiştê mînak nîşan bide ku weke propagandaya terorîzmê karibe bê binavkirin. Ew tenê dîn û har bûye ku li platformên navneteweyî dengên li derveyî dewleta Tirk a ku hewl dide Kurdan qirr bike, bên bihîstin.
WASHINGTON