
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser têkiliyên PDK û Erdogan û got: “PDK bi Erdogan re siyaseteke hevbeş a stratejîk dimeşîne, ne siyaseteke taktîkî. Erdogan dijminê Kurdan e, dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye, ji holê rake. Vê yekê jî eşkere dike. Ger Erdogan PDK’ê ber bi xwe ve nekişîne, nikare şerê Kurdan bike.”
Cemil Bayik da zanîn ku îro li Rojhilata Navîn gelê herî bîrêxistinkirî Kurd in û weha peyivî: “Bêyî Kurdan statûyeke nû nayê avakirin. Kurd wê guhertineke mezin li Rojhilata Navîn çêkin. Derfetên serketinê ji bo Kurdan ji her demê zêdetir hene."
Bayik bal kişand ser şerê ku PKK li dijî DAIŞ’ê dimeşîne û wiha pêda çû: “PKK li dijî DAIŞ’ê şer dike û li asta Rojhilata Navîn mezin dibe. Dewleta Tirk vê tiştê naxwaze, dixwestin bi şer tevgera azadiyê têk bibin û lawaz bikin. Armanca AKP’ê ew bû ku PKK çek dayne û bi dawî bibe. PKK’ê ji bo pirsgirêka Kurd çek rakiriye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û demokrasî li Tirkiyê pêş nekeve, PKK çek nadayne. Dixwestin bi têkbirina tevgera azadiyê li Rojava, Bakur jî têk bibin. Dema ku nekarîn tevgerê li Rojava têk bibin. Piştî civîna 30’ê Îlonê ya Saziya Ewlekariya Giştî şer hat destpêkirin. Di serî de ev şer li dijî Rêber Apo dan destpêkirin. Ji ber ku Rêber Apo siyaseta demokratîk li Tirkiyê bi pêş dixist. Lihevkirina ji 10 xalan a Dolmabaxçeyê hat eşkerekirin. Tecrîd di nava tecrîdê de zêde kirin. Ji bo polîsan qanûn derxistin ku neyên dadgehkirin. Dizanîn ger ku vê qanûnê dernexin polîs şer nakin, qanûna parastina wan derxistin.”
'Baweriya Kurdan bi dewleta Tirk nemaye'
Bayik got, baweriya Kurdan bi dewleta Tirk nemaye û weha domand; "Heta ev dewlet Kurdan nas nake, Kurd wê bawer nekin, lê Kurd bi gelê Tirkiyeyê bawer dikin. Ji ber ku em dixwazin bi netewên li Tirkiyeyê re pirsgirêkê çareser bikin. Dewlet ti caran di warê hişmendî de nehatiye guhertin. Dijminahiya Kurdan dike, bi taybet Erdogan. Ne tenê li Bakur, li hemû parçeyan vê dijberiyê dike. Dixwaze hemû Tirkiyê ji bo şerek mezin li dijî Kurdan amade bike, ji bo wê guhertin di hikûmetê de çêkir.”
‘Li pişt DAIŞ’ê Erdogan heye’
Cemîl Bayik diyar kir ku her diçe gumanên Erdogan ji kesên derdora wî re zêde dibe û weha pê de çû: “Îro êdî hêvî bi AKP’ê nemaye. Yên ku bi AKP’ê re dest pê kirine, niha xwe dane aliyekî. Li pişt DAIŞ’ê Erdogan heye. Tiştên DAIŞ dike, îro Erdogan ji wê xirabtir li Bakur dike. Rastiya Erdogan ew e. Berê digot Lîbya, Sûriye û Iraqê birayên min in, lê ew jî dan aliyekî. Ji bo desthilatdariyê her kesî dike qurban. Erdogan dijminê Kurdan e, kes nikare bibêje Erdogan bi Kurdan re baş e. Yên wisa bi bêjin dibin şirîkê wî."
’DAIŞ wê derbeke mezin bixwe’
Bayik bal kişand ser operasyona rizgarkirina Reqayê û Bakurê Sûriyeyê û weha pêde çû; "Reqa navenda DAIŞ’ê ye. Ger Reqa bikeve, DAIŞ wê derbeke mezin bixwe. PKK, PYD û YPG li dijî DAIŞ’ê sekinî û derbên mezin lê dan. Vê yekê nîşan da ku mirov dikare li dijî DAIŞ’ê bisekine û şer bike.”
Cemîl Bayik da zanîn ku pirsgirêka Sûriyê li Cenevre çareser nabe û got: “Pirsgireka Sûriyeyê dikare tenê bi Federasyona Rojava û bakûrê Sûriye çareser bibe. Federasyoneke demokratîk dikare pêşî li parçebûna Sûriyê bigire."
'Erdogan dijminê Kurdan e'
Bayik bal kişand ser siyaseta PDK'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî û got; "PDK bi Erdogan re siyaseteke hevbeş a stratejîk dimeşîne, ne siyaseteke taktîkî. Erdogan dijminê Kurdan e, dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye, ji holê rake. Vê yekê jî eşkere dike. Ger Erdogan PDK’ê ber bi xwe ve nekişîne nikare şerê Kurdan bike. Jixwe siyaseta dagirkeran ew e ku Kurdan bi Kurdan bide kuştin. Di dawî de, bi xwe Kurdan dikuje. PDK siyaseta Erdogan li gorî berjewendiyên xwe dibînin. Dibêje ku Erdogan ji bo Kurdan baş e. Dijberiya Erdogan bi Kurdan re li ber çavan e. Her kes bi vê dizane. Kesên xwedî wijdan vê dibînin.”
‘Derî li ser gel tê girtin’
Cemil Bayik bal kişand ser girtina Deriyê Sêmalka û got; “Ev derî li ser YPG yan jî PYD’ê nehatiye girtin. Li ser gel tê girtin, ji bo ku gel di warê aborî de lawaz bibe û bi vî awayî şoreşa li Rojava jî têk biçe. Vê yekê Erdogan dixwaze. Dibêjin, Tirkiyê 200 milyon dolar daye PDK’ê ji bo ku deriyê Sêmalka bigire. Agahiyên bi vî rengî hene, em nizanin çiqas rast e yan şaş. Yan jî li ser sînor xendeq tên kolandin. Di dema Sedam de ku ewqas dijminê Kurdan bû, xendeq nehatin kolan. Dixwazin di navbera Başûr û Rojava de sînoran deynin. Jixwe dagirkeran Kurdistan parçe kiriye, Kurd çawa vê dikin. Êdî di ruh, mêjî û hişmendiya gelê Kurd de ew sînorên berê nemane û rabûne. Yekîtiya Kurdan çêbûye. PDK û dewletên dagirker li ser hebûna sînoran israr dikin. PDK, DAIŞ û Tirkiye ambargoyê datînin ser Rojava.”
‘Divê PDK dest ji vê siyasetê berde’
Bayik diyar kir ku divê PDK dest ji vê siyasetê berde û weha domand: “Her roj axa Başûr tê bombardûmankirin, rojekê PDK’ê li dijî van êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek nedaye. Li Bakur ewqas kuştin, komkujî û koçberî heye, rojekê li dijî vê daxuyaniyek nayê dayîn. Mafê destnedanê yê parlamenterên HDP’ê hat rakirin, cîhanê hemûyî helwest nîşan da, PDK'ê daxuyaniyek jî neda. Tenê daxuyaniyek bi vî rengî dan ku Erdogan pir baş e ji Kurdan re. Dibêje, Erdogan xizmeteke baş ji Kurdan re dike. Her ku Kurd vê dibihîsin gelekî aciz dibin. Dibêjin, PKK’ê şer dest pê kir. Wek ku Erdogan xizmeta Kurdan dike û PKK jî zirarê dide Kurdan."
'PKK hêviyê dide xelkê Başûr'
Cemîl Bayik da zanîn ku PKD dixwaze bi navê Kurdan tenê ew hebin û got; “PKD ti tevgereke derveyî xwe qebûl nakin. Em ti caran naxwazin Başûr parçe bibe, em dixwazin yekîtî çêbe. Kurdistan têra her kesî dike, kê baş siyaset kir, gel wê esas digire. Bi dagirkeran re pirsgêkên li Başûr çareser nabin."
Bayik got, PKK xizmeta hemû beşên Kurdistanê dike û weha peyivî: "PKK tenê ji bo beşekê nîne û xizmeta hemû beşan dike. PKK hêviyê dide xelkê Başûr. Divê hemû partî jî hêviyê bidin gel. Çi bikeve ser milê PKK’ê wê pêk bîne. Xwe esas nagire, gel esas digire. Heta ku PKK hebe nahêle ku destketiyên li Başûr têk biçin û lawaz bibin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûr kir, hikûmet, parlamento û gel ketin xeterê, PKK’ê gerîla şand û pêşiya vê yekê girt. Ev parastina destketiyên Başûr e. Dîsa jî ger xeter hebe, wê PKK dîsa Başûr biparêze. Ji vir şûn ve jî çi tehlûke hebe, wê PKK pêşiya wê bigire."
'Kurd bi yekîtiyê dikarin xeteran rakin'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku Kurd bi yekîtiyê dikarin xeterên li ser xwe rakin û weha dawî li gotinên xwe anî: “Kurd divê xwedî li soz û hêviyên şehîdên xwe derkevin, ew jî Kongreya Neteweyî ye. Hinek nakokiyan dikin sedem ku Kongreya Neteweyî çênebe. Nakokiyên hizbî ne, nakokiyên neteweyî ne. Heta kongreyeke neteweyî çênebe, wê nakokî jî çareser nebin. Wê demê hemû partî wê biryarên Kongreya Neteweyî esas bigirin. Kes nikare berjewendiyên xwe esas bigire. Rewşa heyî girîngiya Kongreya Neteweyî derdixe pêş."
GORAN PENCIWÎNÎ / ROJNEWS/QENDÎL