Bazar e, xweş bazar e…
OLVA HEC MENSÛR
ANHA / HESEKÊ
Sûka Înê ya bajarokê Sêgur ji ber peydabûna hemû madeyan û bi nirxên guncaw, meqseda tekane ya şêniyan e. Sûkê gelek derfetên kar jî ji şêniyan re peyde kirin.
Sûk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji aliyê 4 bazirganên sewalan ve ava bûye.
Tevî firotina sewal û motorsîklêtan, hemû cureyên zebze, fêkî, madeyên xwarinê, cilên nû û kevn û hemû pêdiviyên malan li sûkê peyde dibin.
Welatiyê bi navê Xanim Xelef El-Ehmed yek ji avakerên sûkê ye, dibêje: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ez û tevî 3 bazirganên din me sûk ava kir.”