Di bazarê de bi sedan jin dixebitin, Rêvebira Maseya Îstîhdama Jinan a Şaredariya Baglerê Saniye Varli, diyar kir ku wan ji bo proja bazarê di sala 2012'an de dest bi xebatê kirine û wiha got: "Em di sala 2012'an de bi Şaredara Baglarê Yukel Baran û jinên taxan re axivîn û me dest bi bingehê vê projeyê kir. Piraniya jinan, digotin em dikarin gelek tiştan çêbikin, lê belê cihek tuneye em tiştên xwe lê bifiroşin. Li vê taxê bazara me tûnebû, jinên li vê taxê jî bazar dixwestin. Di dawiya 2012'an de fikira projeyê amade bû, xebat çêbûn, proje hatin amadekirin. Jî bo vê komîsyonek ji 8 jinan pêktê ava kir. Serlêdan wê bi çi awayî be, em kîjan jinan bigirin hat axaftin. Piştre biryar hatın girtin. Jinên serî li me didin wê jinên di temenên 18 heya 50 salî bin. Bi taybet jinên ku di aliyê aborî, jiyana wan ku ji aliyê dewletê astengiyê dene, jinên bixwazin bi xebitin, me birya da ku em xebatên xwe bi wan jinan re bikin." Varli, destnîşan kir ku wan heya 3 mehan serlêdan qebulkirine û wiha got: "Komîsyonê heya 3 mehan serlêdan qebûl kirin û hilbijartin çêkirin. Di nava 3 mehan de 450 jinan serlêdan kirin. Di nava van jinan de komîsyonê 212 jin hilbijartin. Niha di nava bazarê de 212 jin dixebitin û 104 dezgah hene. Di her dezgahekê de 2 jin dixebitin. Di berpirsyariya bazarê de 8 jinan cih girtine. Hemû hevpar kar dikin. Ev cara yekemîn e bazarek tenê jin tê de dixebitin hatiye vekirin"

Varli, daxuyand ku ew dixwazin tiştên li gundan tên çêkirin bifiroşin û wiha got: "Li vê bazarê hemû tiştên pêdiviyê tên firotin. Em hewil didîn ku tiştên jin li gundan çêdikin, bînin dinava bazarê bifiroşîn. 3 jinên bazarvanê ku bi xwe bostan diçînin hene. Em zerzewatên wan ji halê digirîn. Li bazarê runê malan, hêkên gundan, mast, şîr û penîrê gundan ji bo me tên. Me têkilî bi wan kesan re daniye. Li vir xwarin vexwarin û cil tên firotin. Jinên ku di bazarê de dixebitin yekê zanîngeha teknîkî ne xwandiye. Hemûyan di nava jiyanê de fêrî van karan bûne."


DÎHA/AMED