RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Rêya Şêst Metreyî ya Silêmaniyê ji bo masîfiroşan bûye cihê firotina masiyan û masîfiroş heta, derengî şevê li wir dimînin.

Dema ku mirov di Rêya Şêst Metreyî ya Silêmaniyê re derbas dibe, gelek wesayîtên masîfiroşan dibîne û masîfiroş ji bo masiyên xwe bifiroşin heta derengî şevê li wir dimînin û ji bo kirrîna masiyan jî mirov li derdora wan kom dibin. 

Ferheng Eta yê 21 salî, ev qederê du salan e ku rojane saet 07:00’an ji xew radibe û berê xwe dide cihê xwe yê masîfirotinê. Ferheng, saet 07:30’an yan jî 09:00’an li ber avahiya Nexweşxaneya Şar wesayîta xwe ya masiyan bi cih dike û dest bi karê xwe yê masîfirotinê dike.

Ferheng diyar kir ku ew cureyên masiyan ên weke, sûre, karb, selemûn û qaşne difiroşe û got; “Masiyên cûreyê selemûn Îranî ne û dasî di wan de nînin. Masiyên karb ji bo pijandinê gelekî xweş in. Ji hemû cûreyên masiyên din zêdetir tên firotin. Masiyên sûre û masiyên selemûn buhatirî cûreyên masiyan in.”

 

Masiyên rûbaran xweştir in

Ferheng anî ziman ku hinek masî ew çend giran in ku yeka wan 6 ta 7 kîloyan li ser mêzînê dikişînin û got; “Xelk zêdetir ji masiyên piçûk hez dike. Nêzî 2 ta 3 kîlo ne ew masî. Em li vir paqij dikin. Ji bo pijandinê amade ne. Her wiha xelk ji bo erzantir in, masiyên hewizan ji yên rûbaran zêdetir dikire, lê masiyên rûbaran xweştir in.”

Di demsala sermayê de masî zêdetir tên firotin, ji ber ku di sermayê de xelk zêdetir ji masiyan hez dikin.

Ferheng Eta da zanîn ku êvaran xelk zêdetir tên masiyan dikirin û got, rojane 80 ta 100 kîlo masî difiroşe, lê rojên pêncşem û înan zêdetir difiroşe.

 

Karb ji bo biraştinê xweş in

Bextiyar Reşîd bavê 4 zarokan e, û heftane ji Ferheng masiyan dikire. Wî diyar kir ku hevjîna wî gelekî ji masiyan hez dike û got, ew masiyan li ser agirê daran dipijin û wiha peyivî; “Ez zêdetir ji masiyên cûreyê karb hez dikim û ji bo pijandinê xweş in.”

 

Ji ber êmdanê tama goştê masiyan diguhere

Daner Ferîd jî ev qederê pênc mehan e ku li ser rêya Şest Metreyî masiyan difiroşe. Wî wiha behsa karê xwe kir, “Masî hene, ji ber êmê didin wan, tama cudatir e, ji ber wê divê destpêkê ji bo tama masiyan bê ceribandin. Paşê em dikarin bidin kesên dikirin. Ji bo ji me razî bin. “

Daner Ferîd piştî 12 saetên kar, saet 20:00’an berê xwe dide mala xwe.