Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malên Tirkî her diçe mezintir dibe.

Dikandarên bazara Hewlêrê, di nava bazara Hewlêrê de banga boykotkirina malên Tirkî kirin.

Çalakvanên civaka sivîl ji bo hişyarkirina welatiyan der barê boykotkirina malên Tirkî de li nava bazarê kirin hewar û li ser boykotkirina malên Tirkî gotin; ‘Werin kekên Iraqê bikirin. Dev ji kel û pelê Tirkî berdin, na ji bo bikaranîna malên Tirkî.’

Li nava bazara Îskan ya Hewlêrê jî, dikandaran banga boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin.

 ROJNEWS/HEWLÊR


 

Boykotkirina malê Tirkî siyaset û şoreş e

Hunermendên Başûrê Kurdistanê boykotkirina malê Tirkî girîng dibînin û dibêjin; “Boykotkirin curek yê siyaset û şoreşgeriyê ye. Em dixwazin her beşê civakê malê Tirkî boykot bikin. Herwiha em dixwazin baregehên leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê werin derxistin.”

Hunermend Behadîn Helebceyî dibêje, Ez wek hunermendekî malên Tirkî hemûyan boykot dikim. Daxwazê ji xelkê Kurdistanî hemûyî dikim ku boykot bikin. Peymendiya vê bi hikûmetê ve nîne. Biryar di destê me bi xwe de ye. Hûn jî malê Tirkî boykot bikin. Ji ber ku boykot curekî siyaset û şoreşkirinê ye.”

Helebceyî bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û wiha dibêje, “Em qebûl nakin ku ev baregeh di nava xaka Başûrê Kurdistanê de hebin. Ev yek karê parlamento û hikûmetê ye ku biryarê li ser derxistina van beregehan bidin û dawî li vê rewşê bînin.”

Li ser heman mijarê Hunermend Ebdullah Xeyat jî dibêje, Bila careke din Kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, ji bo bizanibin kî dijmine û kî dost e.

Xeyat têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî dibêje; “Hebûna baregehên dewleta Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê ne tiştekî baş e. Divê Kurd xwedî helwestekî taybet bin.”

ROJNEWS/HELEBCE