Bazara Gewre yan jî bazara hingivfiroşan yek ji bazarên herî kevin a Silêmaniyê ye. Bazar bi berhemê xwemalî yê hingiv tê naskirin û ji bo kirîna hingivê xwemalî welatî serdana vê bazarê dikin. Bazareke kevn e Nêzî 30 dikan di vê bazarê de hene. Hema hema her roj mêşvan tên hingivê xwe tînin bazarê difiroşin. Herçî bixwaze hingiva xwemalî bikire serdana vê bazarê dike. Dîroka avabûna bazarê gelek kevn e, digihe salên 1900’an. Yek ji bazarên herî kevin a Silêmaniyê ye. Di destpêkê de jê re dihat gotin Xaniyê Gewre û gelek dikanên ku tiştên cûda têde dihatin firotin hebûn. Li gora dikandarên nava bazarê, piştî sala 1990’an bazar hate guhertin ji bo firotina hingivan. Ne wek berê xwemalî ne Mihemed Refîq yek ji dikandarên bazarê ye û ew di nava gel de wek Kake Hemey Hingivfiroş tê naskirin. Mihemed Refîq ê 67 salî, dibêje, di salên derbasbûyî de hingivê nava bazarê ji sedî 100 hingivê xwemalî bû. Lê niha ji sedî 30’ê hingiv ji derve tê nava bazarê, her çiqas nirxê hingivê ji derve erzantir e, lê welatî cardin hingivê xwemalî zêdetir dikirin. 11 hezar mêşvan hene Li gorî amaran li Herêma Kurdistanê salane zêdetir ji 750 ton hingiv ji aliyê mêşvanan ve tê hilberandin. Li gorî ceribandin û lêkolînan hingivê Herêma Kurdistanê yek ji cûrên herî baş yê hingive. Her wiha salane di gelek pêşangeh û festîvalan de hingivê xwemalî tê nîşandan. Li Herêma Kurdistanê zêdetirê 11 hezar mêşvan hene û debara jiyana wan li ser hingivê ye. ROJNEWS/SILÊMANÎ