Endamê rêvebiriya Saziyên Civaka Sivîl Nebîh Mosko diyar kir ku wan ev mijar bi şaredariya gel a bajarê Efrînê re gotûbêj kirine û biryar dane ku jibo firotina masiyan bazarekî taybet ava bikin. Endamê Komîteya şaredariya Gel Kamîran Henîf jî da zanîn ku piştî sûka masiyan bê amade kirin, ewê ji masîfiroşan bixwazin ku tenê li bazara xwe masiyan bifroşin. Endamê Komîteya Tenduristiyê Azad Sebrî jî da zanîn ku firotina masiyan li derverên vekirî dê bandorê li tenduristiya welatiyan bike dikare bibe sedema gelek nexweşiyan.
ANHA/EFRÎN