Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev li ser guvaşên aborî yên Washingtonê yên li ser Moskovê got, “Ragihandina şerê aborî ye”.
Rêveberiya DYE’yê têkildarî jehrdana sîxûrekî Rûs ê berê li Kraltiya Yekbûyî, pêncşemê mueyîdeyên aborî yên nû li ser Rûsyayê ragihadin. Qesra Spî her wiha hişyarî kir û got siberojê dibe ku mueyîdeyên aborî yên pêla şeşan jî pêk bînin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê, Medvedev derbarê mueyîdeyên aborî de got, “Heke xebatên bankeyekê yan jî qedexekirina pereyekî hebe, mirov eşkere bibêje, ev şerê aborî ye.
Bi teqezî divê mirov bersivê bide vî şerî. Bi rêyên aborî, siyasî û rêyên din. Divê dostên me yên Emerîkî bi vê zanibin.”
Rêveberiya Serokê Emerîkayê Trump sinyal da ku wê pêleke nû ya mueyîdeyan were û ew ê nehêlin ku şirketên rêya hewayê ya Rûs li balefirgehên DYE’yê xwe deynin û têkiliyên dîplomatîk ên du welatan dibe ku werin sekinandin.
Piştî ku tenê bi daxuyaniyên elaqedarî welatiyekî xwe yê li Tirkiyeyê girtî, DYE´yê kir ku pereyê Tirk di nava rojekê de ji sedî 14´ê qîmetê xwe ji dest bide, çav li rê ye ku ev mueyîdeyên li dijî Moskovê jî tesîreke xirab li bazar û pereyê Rûs bike.
MOSKOV