Mînaka berbiçav polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn in. Dema mirov lê dinêre, aşkera dibîne ku her pêngava tê avêtin bi Amerîkayê re hatiye plankirin. Li Sûriye, Iraq û Îranê ew rewş pir zelal li ber çavan e. Çend sedem hene ku desthilatdariya AKP’ê bi roleke wiha rabe; ya yekemîn, Israîl bi nasnameya xwe ya cihî û Siyonîst nikare mudaxilî pêvajoya Sûriye, Iraq û Îranê bibe. Çimkî li hemberî her daxuyaniya Israîlê, çi sûnî – çi şiî dibin yek, ligel nakokî û pevçûn di navbera wan de jî… Lê pevçûnên li wan dewletan zêdetir li ser mezheban tên domandin. Lewre çêtir e ku dewleteke misliman, nûnertiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bike. Ew jî Tirkiye ye.
Ya duyemîn, Tirkiye li şûna ku pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane bi muxatabên pirsgirêkê re çareser bike, plan û stratejiyên têkbirina tevgera Kurd pêş dixe. Ji bo vê yekê jî xwe hewceyê Amerîka û Israîlê dike. Hêzên derve jî her tim ji vê birîna nedermankirî sûdê werdigirin û Tirkiyeyê dikin nobedarê polîtîkayên xwe. Li beramberî vê, piştgiriyê didin polîtîkayên tasfiyekirina Tevgera Kurd.
Sedema sêyemîn jî ew e ku hikûmeta AKP’ê weke projeyeke navneteweyî li Tirkiyeyê hat sazkirin. Bi vî rengî pêşî li daxwaza gel a guherîna rejîmê hat girtin. Pergala rizyayî bi vê yekê hat makyajkirin. Ev rastî jî nahêle ku ev desthilatdarî li dijî polîtîkayên hêzên derve bibe xwedî îrade û helwest.Ev heqîqet çawaniya polîtîkayên hikûmetê yên li hundir jî diyar dike. Heta li hundir jî zîhniyeteke wisa çêkiriye ku dildar û alîgir jî êdî vê desthilatdariyê nas nekin. Hemû polîtîkayên li hundir li gorî feyde û selameta berjewendiyên siyasî-aborî yên zumreyekê ne. Daraz, perwerde, parastin, aborî, çand, ragihandin, bajarvanî û qadên dîtir bi vî awayî tên dîzaynkirin. Bi kurtasî, desthilatdariya “siwarê xelkê” ye, gel weke pez dibîne. Pişta xwe daye hêza derve, cîran û gel bêminet kiriye. Ew wisa texmîn dikin ku piştgiriya hêzên derve ebedî û bêdawî ye.
Lê ji bîr dikin ku demekê Sedam nobedariya Amerîkayê dikir û benê wî jî bi destê Amerîkayê hate kişandin. Hunsu Mubarekê dostê qedîm ê Amerîkayê ji aliyê wan ve hat firotin.
Dinya û alem dizane ku generalên niha li Sîlîvriyê tên darizandin zilamên herî baş ên NATO’yê bûn û qelemê wan jî Amerîkayê şikand. Çawa ku Erdogan niha dijminê dostê xwe yê kevin Beşar Esad e, dibe sibê Obama jî li Erdogan were xezebê. Welhasil ji bo desthilatdariyekê tiştê herî xirab ew e ku li Rojhilata Navîn, li ser hesabên hêzên derve bixebite.Polîtîkayên bi vî rengî xwediyên xwe, bê dost û heval, bê bira û cîran dihêle. Fermandarê navdar Napolîon dema li ber mirinê ye wiha wesiyet dike; “Bila kurê min tu caran bi piştgiriya hêzeke biyanî, dernekeve ser text. Dawiya vê rewşê felaket û meymûnî ye.” Weke pêşiyên me gotiye; “Siwarê xelkê her peya ye”…
Di rewşeke wiha de tu kes bazara rim û mertalan bi siwarê xelkê re nake. Xwedî kî ye, ew dibe navnîşana bazar û misilhetê. Ji ber vê rastiyê ye êdî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, pirsgirêka Amerîkayê ye jî. Xasma çûna heyeta BDP’ê ya Amerîkayê rewşeke nû ye…
TAYYIP TEMEL / Rêveberê berê yê Karên Nivîskî yê Azadiya Welat. Niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye
Bazara rim û mertalan