
Profesera antropolojiya civakî li zanîngeha Kielê û arkeolog Antonia Davidovic li ser talankirina berhemen dîrokî li rojhilata Navîn û Kurdistanê got, nîşane hene ku dikin mirov bifikire DAIŞ bi talankirina cihûwarên kevnar jî xwe fînanse dike.
Davidovic dibêje, ji dema ku DAIŞ ji bo cara yekê derkete ser dikê û vir ve carcaran nûçe belav dibin ku ew her weha xwe bi firotina berhemên kevnar ên talankirî jî fînanse dike. Li gorî wê hin delîl hene ku dibêjin, DAIŞ lîsansan belav dike ji bo ku sîtên arkeolojîk ên kevnar werin talankirin û weha dewam dike: "Amr al Azm professora hevkar e li Zanîngeha Dewletê ya Shawnee li eyaleta Ohio ya DYE´yê, ew bi wêneyekî lîsanseke weha vê yekê piştrast dike. Weha diyar e ku DAIŞ bacê distîne ji talanê, ji veguheztina malê talankirî û dema malê bi vî rengî di erdê wê re tên derbaskirin."
Talan ji ezmanan jî xuya dike
Ango DAIŞ ji bilî tinekirina berhemên dîrokî, bi teşwîqkirina talankirina wan jî çerxeke tinekirina dîrokê ava dike û pê jî xwe qismî fînanse dike. Profesor Davidovic bi bîr dixe ku rojnamevan Mike Giglio jî li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dîtiye ku rojane asar û berhemên kevnar ji sînor tên derbaskirin aliyê Tirkiyeyê û tên firotin. Davidovic ji bo piştrastkirina têkiliya bi DAIŞ´ê re ya vê bazarê jî dibêje, "Di operasyoneke li dijî DAIŞ´ê de Gulana 2015´an li mala berpirsê maliya DAIŞ´ê Abu Sayyaf ê ku hingê hat kuştin, gelek asarên arkeolojîk hatin dîtin û hin ji wan jî ji muzexaneya Mûsilê bûn."
Professor Antonia Davidovic wêneyên ji satelîtan bi dest xistî bi bîr dixe û dibêje, "Wêneyên ji sîtên arkeolojîk ên Wege Dura Europos, Marî, yan jî Şêx Hemad nîşan didin ku li wir kolanên erdê Henne, ango li vir kolanên talankeran hene."
Davidovic zehmetiya firotina gelek berheman li bazara navneteweyî dike, lê pere û pûlen metal ên kevnar bi hêsanî tên firotin, lewma tesbîtkirina wan weke berhemên talanê zehmet e. Bi heman rengî li gorî Davidovic zehmet e mirov tesbît bike ka ev talan çiqasî ji mesrefên DAIŞ´ê fînanse dike.
Bi zanîn tinekirina dîrokê
Davidovic behsa tinekirina asar û berhemên kevnar jî dike û dibîje, "Weke nimûne, li Palmîra û Nimrûda li başûrê Mûsilê, bi plankirina dîwaran û bi çikandina peykeran DAIŞ vê yekser dike. Bi ser de jî arkeologê Sûriyeyî yê 81 salî Xalid el-Esed li Palmîra Tebaxa 2015´an ji aliyê DAIŞ´ê ve hat qetilkirin. Ev nîşan dide ku DAIŞ ti qîmetê bi mirov û asarên dîrokî nade û wan bi zanîn texrîb dike. Lê belê ew ne bi tenê ne, Talîbanan li Bamyanê, Ensar el-Dîna nêzî El-Qaîdeyê li Maliyê li devera Tîmbuktu di Tîrmeha 2012´an de ev yek kiribû beriya niha."
Li gorî Davidovic bi vê yekê ev kom di heman demê de dixwazin xwe di çapemeniya navneteweyî de jî nîşan bidin, ji ber ku texrîbkirina asarên çandî hesasiyetê diafirîne di nava raya giştî de.
Bazara navneteweyî ya talanê
Profesor Antonia Davidovic îşaret bi dewra aktorên li cihê cih jî dike û dibêje, "Bi îhtîmaleke mezin mirov ji neçarî tevlî van kolanên talankirina asarên çandî û dîrokî dibin û sedema vê jî muhtemelen ew e ku nizanin ka çawa debara xwe û malbatên xwe bikin. Dibe ku hin karkerên kolanê yên berê jî di vî karî de tecrûbe û zanîna xwe bi kar tînin. Pirsgirêka sereke ne ev mirov in, berevajî, bazara navneteweyî ye ku erza wan a ji bo van berheman heye û van asaran bi bihayên bilind dikirin."
Davidovic wekî din îşaret pê kir ku Rêxistinên Civakî yên Nehikûmetê yên weke "Heritage for peace / Mîrate ji bo aştiyê" zerarên ku hemû aliyan dane sîtên kevnar belge kirine.
LUQMAN GULDIVÊ