KCK’ê da zanîn ku bêtehemuliya li dijî nirxên pîroz ên Kurdan di her derfetê de xwe dide der û got: “Herî dawî li Licê li dijî avahiya dibistana me bi wesayîtan êrîş kirin. Lê li dijî berxwedana gelê me vekişiyan.“

KCK’ê destnîşan kir ku polîtîkayên asîmilasyonê didomin û wiha berdewamî da daxwuyaniya xwe: „ Bi vê yekê careke din derketiye holê ku asîmîlasyona li ser Kurdan didome. Asîmîlasyon û entegrasyon polîtîkaya sereke ya AKP’ê ye. Tu derew û demagojî nikare serê vê bigire. Heta ku Kurd jî wek Tirkan bi zimanê xwe ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeyê nebînin,  teqez nayê fikirîn ku dê dest ji mêtingeriya Tirk hatiye berdan.“
KCK’ê Redkirina zimanê gelekî tê wateya mirî hesibandina wî gelî. Ev heqeret û û biçûkxistineke mezin e. Bêguman dê Kurd li dijî vê serî hildin. Dê xwe nespêrin merhemeta AKP’ê. Gelê Kurd dê bi têkoşîna xwa ya mafdar parastina xwe bike. Ji ber ku mafê perwerdeya zimanê dayikê teqez nabe mijara bazarê. Êdî tu hêzî nikare pêşî li demokratîk û xweserbûna Kurdan bigire.
AKP li aliyekî dibêje çareseriya Pirsgirêka Kurd û li aliyê din jî dest ji zîhniyeta redkar û nîjadperest bernedaye. Gelê me li dijî van polîtîkayên faşîzan xwedî mafê berxwedanê ye.Divê bi ruhê serhildanê bersivê bide van êrîşan. Çalakiya boykota dibistanên Tirkî pîroz e. Di serî de xwendekar û hemû gelê me divê bi hêzeke mezin tevlî vê kampanyayê bibin.

Divê Kurd parastina xwe bikin
 KCK’ê diyar kir ku di demên dawî de li djî Kurdan êrîşên faşîzan zêde bûne û wiha berdewam kir: “Bi piştgiriya dewleta mêtinger li hemberî welatparêzên Kurd ên sivîl êrîş pêk tên û di encama êrîşan de herî dawî ciwanê Kurd Mahîr Çetîn li Antalyayê hate qetilkirin. Divê gelê du car sê car bersiva van êrîşan bidin. Kurd ne qurbanî ne. Divê parastina xwe xwe pêk bînin.

 ANF/BEHDÎNAN




Qeydên Dibistana Seratayî berdewam dikin


Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatên Dibistana Seratayî ya Dayîka Uveyş a ku ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER'ê ve ji bo perwerdehiya Kurdî tê çêkirin didome. Ligel vê yêkên xebat û qeydên dibistanê jî didomin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Geverê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî înşata Dibistana Seratayî ya Dayîka Uveyş da destpêkirin û xebatên înşatê didomin. Ligel wan xebatan amadekariyên perwerdehiya serdema nû jî didomin. Ji ber ku înşata dibistanê hêj bi dawî nebûye li Navenda Kar a Orîentê dê bi demî perwerde bê dayîn û ji bo vê yekê li navçeyê xebatên afşîbûnê hatin destpêkirin. Di afîşan de ji bo zarokên 6 salî bên qeydkirin bang hate kirin.