
Ji BDP´ê ferqek mezin
Ay da zanîn ku di lêkolîna xwe de encama hilbijartinên 2011'an û rewşa îro li ber çavan girtine û sedema vê yekê jî ew e ku guhertinan hesab bikin. Di hevdîtinên ku hatine kirin de, di hilbijartinên 2011'an yên Wanê de sedî 49 ji BDP'ê re û sedî 39 ji AKP'ê re deng derketine. Ay wiha axivî: "Li gorî lêkolîna me ger îro hilbijartin pêk were, dê BDP sedî 60.1 û AKP jî sedî 32.2 dengan bigire. Sedî 4.7 jî bê biryar in. Sedî 9.1 di hilbijartinên 2011'an de deng bi kar neanîne û piraniya van kesan wê demê temenê wan biçûk bû. Li vir jî derdikeve holê ku piraniya ciwanan BDP'ê wek alternatîf dibînin û dengên xwe didin BDP'ê. Ev yek jî di zêdekirina dengên BDP'ê de xaleke herî girîng e." Kordînatorê SAMER'ê Ay, encama lêkolînan şîrove kir û wiha got: "Dema mirov tabloya giştî dinêre, encameke wiha derdikeve holê. BDP li Wanê 14 şaredariyan jî bi dest bixe, nabe surprîz. Tenê li çend cihan deng nêzî hev in. Dema mirov, tifaqên ku BDP'ê pêşxistiye, hevdîtinên BDP'ê li ber çavan bigire, wisa xuya dike ku BDP li Wanê 14 şaredariyan jî bi dest dixe. Li gorî çavdêrî û raporên hevalên me anketor, li herêma Serhedê ruhê serhildan û seferberiya salên 90'î ku li Botan û Amedê derketibû holê, niha heye. Li Wanê hêza BDP'ê pir eşkere xuya dike."
'AKP lawaz bûye'
Welat Ay anî ziman ku li kolanên Wanê, hebûna AKP'iyan zêde xuya nake û wiha got: "Dema me li wir lêkolîn dikir, em bûn şahidê her du partiyan. Di navbera mîtîngan de cudahiyeke berçav hebû. Mîtînga BDP'ê pir girseyî û girse çalak bû. Ev jî nîşaneya vî tiştî ye ku, girse bi çalak e û bersivê dide bangewaziyan." Ay balkişand ser namzetê AKP'ê yê Wanê û wiha got: "Li Wanê hemû kes behsa, têkiliya namzetê AKP'ê ya bi Hîzbullahê re dike. Li gorî gotegotan namzetê AKP'ê li hember deskeftiyên li Rojava ketiye nava dijayetiyê. Tê gotin ku ji El Nusrayê re ji bo şer hîn kes şandiye." Ay diyar kir ku dema ev hemû li ber çavan bên girtin, wekî ku dewlet konsepta şîdeta salên 1990'î li Wanê diceribîne û ev yek bi awayekî din vala derxistina pêvajoya çareseriyê ye."
'Kurd bûne yek'
Ay destnîşan kir ku deskeftiyên li Rojava bandoreke mezin li ser gelê Wanê kiriye, li bajar rojeva Rojava hakim e, gelek eşîr tevli BDP'ê dibin û wiha got: "Ev hemû nîşaneya yekitiya neteweyî ne. Ya herî girîng jî ji bo banga kongreya neteweyî wek bersivekê ye. Hem bajarekî li ser sînor e û hem jî navenda nîqaşan e. Mirov dikare bibêje, Wan wek nûmûneyeke biçûk ya kongreya neteweyî ye."
´Yekîtiya gelan çêbûye´
Ay anî ziman ku li Wanê kurdan yekitiya xwe ava kirine û her wiha neteweyên din ku li Wanê dijîn yên wekî, kirgiz, laz û karhesunnî jî piştgiriyê didin BDP'ê û wiha pê de çû: "Mirov dibîne ku neteweyên cuda jî piştgiriyê didin BDP'ê. Her wiha ji bilî yekitiya neteweyî, li vir modela neteweya demokratîk jî bi pêş dikeve. Beriya ku BDP şaredariyan bi dest bixe li hember BDP'ê propagandayên dij hatibûn kirin. Lê dema mirov pratîka şaredariyê ya 5 salan dinêre, cih dane derdorên cuda û cudahî nexistine navbera nasname û baweriyên cuda. Li hember vê yekê li ser wanî û kurdistanîtiyê hevparebûnek çêbûye."
'Pêşengiya Serhedê dike'
Ay da zanîn ku ji ber xebatên rêveberiyên herêmî yên BDP'ê, li Wanê dengên BDP'ê zêdetir bûne û wiha got: "Wisa difikirim ku li bajarekî ku evqas deng zêde bûbe û bandorê li ser herêma Serhedê dike. Wan pêşengiya herêma Serhedê dike. Wan xwedî kapasîteyeke wisa ye ku bandorê li ser bajarên din jî dike."
DÎHA/WAN