Rêxistina BDP'ê ya Dêrika Mêrdînê malbatên Daniş û Gozen ku 20 salin bûne dijminên hev û navbera wan tune li hav anîn. Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê û şaredariya Dêrikê li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya merasima aştiyê pêk anî. di merasimê de Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, şaredarên Şemrex, Misûrî, Stilîlê rêveberên BDP'a Mêrdînê nûnerên MADAY-DER'ê û gelek kesên din amade bûn. Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercen, diyar kir ku gelê kurd bi salan e têkoşîna aştî û azadiyê dide û divê êdî gelê kurd aştiya nava xwe pêş bixe.
Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî di merasimê de axivî û diyar kir ku gelê li Mezopotamyayê bi hezar salan bûye hêlîna jiyana aştî û aramiyê. Erol, da zanîn ku axa ku kurd li ser dijîn 30salin şer heye û ev şerê ku tê meşandin pir zerarê dide gelê kurd . Dora, anî ziman ku ji ber şer her roj mirov tên kuştin û wiha got: "Serokwezîr Recep Tayip Erdogan dibêje dibe ku pêvajoya Oslo dest pê bike. Ger ku ji dil be divê berî her tiştî diyalog û hevditina li îmraliyê bide destpêkirin. Divê berî her tiştî tecrîdê bi dawî bike."
MÊRDÎN