Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 3 meh berê li taxa Yeşîldere di navbera malbatên Karabur û Guneç de şer derketibû û di encama şer de Fadil Karaburk jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo xwîndarî di navbera malbatan de mezin nebe BDP ket dewreyê. Serê sibê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Esat Canan û Adîl Kurt, rêveberên BDP'ê û gelek welatî çûn gundê Serkanê û malbata Guneç ziyaret kirin. Piştî ziyaretê heyeta qelebalik li taxa Yeşîldere çûn mala Yîgît û Karaburkê. Li vir Parlementerê BDP'ê Esat Canan axaftinek kin kir û diyar kir ku malbatan ew neşikandin û pêk hatin. Canan ji ber vê yekê spasî li her du malbatan kir. Li ser navê malbatan M. Tahîr Duman jî axivî û wiha got: "Em ji ber bihestiyar BDP'ê spasiyan xwe li wan dikin. Ji bo bûyerên wisa pêk neyên divê hemû kes bi hestiyar be."
Divê Kurd bi tifaq bin
Piştî axaftinan heyet malbata Yîgît û Karaburk bi xwe re birin û careke din çûn malbat Guneç. Ji her du malbatn bi sedan kes tevlî xwarina aştiyê bûn. Piştî xwarinê Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt axivî û diyar kir ku bûyerên wisa nexweşiyê pêktînin di nav hemû civakan de pêktên lê êdî divê gelê Kurd ji hemû deman pêktir di navbera xwe de tifaqê pêk bînin û wiha got: "Divê em li hemberî zalîman serî netewînin. Heke di navbera me de tifaqa biratiyê hembe çi bikin bila bikin tu tişt bi me nayê."
Pêvajoyeke erênî
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku ji ber her du malbat pêkhatin keyfxweş in. Tugluk, anî ziman ku vê bûyerê û bûyerên wisa wan gelek xemgîn dike û wiha got: "Di vê pêvajoyê de divê em hêj bêtir di nav aştiyê de bijîn. Dozeke me ya herî mezin heye. Doza me ya azadiyê heye. Di vê dozê de ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Li hemberî dewletek tu mafên me nasnek û me winda bike heye. Nihe ev hemû li holê bibin ya em bikin ew e ku em di nav têkoşînê de cih bigirin. Gelê Geverê gelek polîtîk e. Em di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin. Pêvajoyeke em qezenc bikin heye. Hêvî dikim ku tu bûyerên din ên wisa pêk neyên."
Piştî axaftinan malbat hev û du hembêz kirin û pêk hatin.
COLEMÊRG