Em partiya gelan in
Ayhan, anî ziman ku piştî wan namzetên xwe diyar kir û bi vê siloganê derketin rê ji aliyê gel ve bertekên erênî hatin û wiha berdewam kir: “Partiyên din xebatên xwe yên hilbijartinê bi ajansên reklaman dimeşinin. Lê em xebatên xwe bi gel re dimeşinin. Em raste rast bi jiyan û civakê re têkiliyê datînin. Ev silogan a bidestxistina jiyana azad û vegera cewherê jiyanê ye. Em wekî partiyên din bi reklam û teknîkê propaganda xwe nakin. Em bi hêz û piştgiriya gelê xwe xebata xwe dimeşînin.”
Xebata hevpar
Ayhan, da zanin ku ew partiya gel in û hemû hêz û piştgiriyê ji gel digirin û bi xebata hevpar û keda kolektif xebatê dimeşînin. Em hemû pêşniyar û nerînan ji herêmê kom dikin û pêşniyar û nirxandinên gel li ber çavan digirin û dixin meriyetê. Em bi gel re raste rast di nava têkiliyê û temasê dene. Têkilî û parvekirina me her dem berdewam dike.
Em deng didin xwe
Ayhan, da zanîn ku gel BDP’ê ji partiyên din cuda dibîne û wiha axivî: “Dema hûn diçin ji welatiyan dipirsin, dibêjin em dê dengê xwe bidin xwe. Gel BDP’ê wekî xwe dibîne û xwe ji wekî BDP’ê dibîne. Ji ber ku BDP û gel bûye yek. Ji bo ku em pirsgirêkên civakê bi hevre çareser bikin partiya me hatiye avakirin. Hedef û armanca me, em pirsgirêk û kêşeyên civakê bi hevre û bi gel re çareser bikin. Em bêtir pêşniyar û daxwazên civakê û heremê esas digirin. Hilbijartina 30’ê Adarê dê bibe hilbijartina serkeftinê.”
AMED