Aydogan wiha got: “Bûyerên kiryar nediyar û pêkûtiyên li dijî cenazeyan ên dijî mirovahiyê her roj bi belge û delîlan derdikevin holê. Li herêmê hemû cihên tên kolan hestiyên mirovan derdikevin holê. Hin caran jî di wêneyên di hinek sîteyan de tên weşandin ev heqîqat derdikevin holê. Kesê bi navê Kemal G. ê ku tê texmînkirin li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkerî kir, wêneyên endamên HPG’ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin perçekirin û di erdê re tên rakişandin di rûpela xwe ya facebookê de weşandin. Di wêneyên xwîna mirovan di cemîdîne de li ser cenazeyên nîşaneya “serkeftinê” tê bilindkirin. Di wêneyan de cenzae ji aliyê leşkeran ve li qada pevçûnê di çalên hatin kolandin de tên definkirin nîşan dide. Di wêneyên hatin kêşandin de dîrok dema AKP’ê nîşan dide. Cenaze bi awayekî xemsar tên definkirin û li ser hinek cenazeyan şuna axê keviran danîn ser. Dîroka wêneyan jî 29.09.2007 e.
Aydogan, diyar kir ku ew wêne bersiva rayedarên AKP’ê di hemû fersanden de dibêjin “Em bi ser bûyerên kiryar nediyar de diçin.” e.
Aydogan, pêkanînên li dijî cenazeyên PKK’iyan ên di ser dema hikûmeta AKP’ê de pêk hatin wiha rêz kirin: “Li gorî keydan li Tirkiyeyê 17 hezar û 547 bûyerên kiryar nediyar hene. Divê hemû gorên komî bên vekirin, pêkutiyên li dijî cenazeyan pêk hatin bên lêkolînkirin. Ji ber vê yekê û madeyê 98’an ê makezagonê û madeyên 104-105 ên rêziknameya navxweyî komîsyonê bê avakirin.”
ENQERE