Serokê BDP'ê ya Bûrsayê Mehmet Dîlek, endam û rêvebirên partiyê bi boneya meha Ramazanê çûn serdana karkerên demsalî yên li navçeya Yenîşehîrê di konan de bi cîh bûne. 2 hezar û 500 karkerên ku bi piranî ji bajarên wekî Êlih, Mêrdîn û Rihayê hatine li konbajarê de têkoşîna jiyanê didin. Malbatên ku tevî zarokên xwe hatine xeribiyê ji neçarî di rojê de 14 seatan dixebitin. Ligel ev qas kedê tenê 20 TL yewmiye distînin û di rewşekî bê tendûristî, bê ewlehî û bê av û elektrîk dijîn. Karkeran ji ber meha havînê ye di bin 40 derece germê de dixebitin.
Serokê BDP'ê ya Bûrsayê Mehmet Dîlek da zanîn ku wan pirsgirêkên karkeran guhdar kiriye û alîkariya kincan li karkeran kirine. Dîlek diyar kir ku karkeran avê ji bîran bi alikariya tulumbayan dikişînin û wê avê vexwarin jî di nav de ji bo hemû pêdiviyên xwe bi kar tînin û wiha got: "Me pirsgirêkên karkeran ragihand qeymeqam. Qeymeqam soza ew ê roja sêşemê pirsgirêkên av û elektrîkê çareser bike da."

BÛRSA