Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku wan hîna der barê operasyoneke gengaz a li dijî rejîma Beşar Esed, biryar nedane. Obama diyar kir ku ew naxwazin çekên kîmyewî yên li Sûriyê têkevin destê hin komên din.

Obama anî ziman ku li Sûriyê di mijara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan de xumamî nîne û ragihand ku bi bikaranîna çekên kîmyewî re divê encameke binpêkirina mafên rêgezên neteweyî hebin.
Obama ji televîzyona PBS re peyivî û diyar kir ku wan li hemû delîlên hatine peydakirin temaşe kirine û di encamê de gihaştine wê biryarê ku çekên kîmyewî ne ji aliyê mûxalîfan, ji aliyê dewleta Sûriyê ve hatiye bikaranîn.
Obama anî ziman ku ewê bi danûstandinên xwe yên bi şêwirmendên ewlekariyê re dewam bikin û got, “Ti niyeteke min a ji bo pevçûneke diyar li Sûriyê nîne, lê divê em pê bawer bin ku di mijara çekên kîmyeyî de rêgezên navneteweyî binpê kiriye yan na. Ji ber ku ev gefeke li dijî me.”
Obama da xuyakirin ku ew amade ne li gel welatên mîna Rûsyayê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê hevkariyê bike û got, “Min gotibû, eger rejîm çekên kîmyewî bikar bîne, wê helwesta me bê guhertin. Ev yek em li dijî normên navneteweyî hem jî li hemberî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye. Sûriye yek ji wan welatan e ku li cîhanê xwedî depoyên herî mezin ên çekên kîmyewî ye. Li herêmeke nazik de cih digire. Sûriye cîranê endamê NATO’yê Tirkiye, hevkar Urdun û Îsraîlê ye. Em naxwaz çekên kîmyewî yên di destê Sûriyê de bikeve destê hin komên cuda.”

Helwesta Îngîlîstanê  

Ji aliyekî din ve helwesta Ingilîstanê jî bi ya Amerîkayê re hate guhertin û civîna lezgîn a parlamamentoyê ya ji bo birara destwerdana leşkerî bo Sûriyeyê hate betalkirin. Lê ji aliyekî din ve jî hate destnîşankirin ku dê pêşinyara destwerdaneke leşkerî were nîqaşkirin. Li gorî pêşinyara nû ya meclisa giştî dê parlamento biryara xwe ne niha bide lê piştî ku heyeta navnetewî ya li Sûriyeyê lêkolînan der barê çekên Kîmyewî de bide.
Her wiha partiya Karkeran a Ingilîstanê gef li hikûmetê xwaribûn ku ew dê desteka xwe ya palamentoyê vekişînin heke beriya rapora heyeta navnetewî ya lêkolîna çekên kîmyewî biryarekê derbarê destweerrdana Sûriyeyê de bidin.

WASHINGTON