Dayikên Binarê Qendîlê êrişên Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê rûreş kir û got; “Divê Hikûmeta Herêmê destûrê nede destdirêjî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gel û xaka Başûrê Kurdistanê.”
Dayika bi navê Hemîne Resûl nerazîbûn nîşanî êrişên Dewleta Tirk da û got, “Dewleta Tirk êdî nahêle em bi rehetî li welatê xwe û li ser xaka xwe bijîn. Pirr caran kesên sivîl ku li nav erdên xwe, li ser karê xwe ne, bi destên Tirkên faşîst bi hovane tên qetilkirin. Herî dawî jî 4 ciwanan li Dêralokê ji xwe re çûbûne girtina masiyan, bi rengekî hovane hatin qetilkirin bi bombebaranê.”
Dayika bi navê Eyşe Nebîxidir jî got, “Dewleta Tirk bi qest Kurdan qetil dike. Ez jî weke dayikekê van êriş û komkujiyên li dijî gel û xaka me, rûreş dikim. Ew kesên li Şêladizê serî hildan, ez berxwedan û çalakiya wan pîroz dikim. Heger em yek bin û destek nedin dijminên xwe, dijmin wê ti carî cesaret neke ku êrişî xaka me bikin û gelê me qetil bikin.”
‘Erdogan çi ji sivîlan dixwaze’
Şukriya Ebdulrehman jî got, “Erdogan çi ji sivîlan dixwaze, her roj kesên bê guneh qetil dike. Bangewaziya min li her Kurdî ye, destên xwe bidine hev û bibin yek. Kujer û kesên ji kuştinê re bêdeng dimînin, heman gunehî dikin.“
ROJNEWS/ QENDÎL