Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen qewmînên dawî yên li Kurdistanê, elaqedarî wan êrişên dagirkeriya Tirkiyê û Komîteya Destûra Sûriyê nirxandin. Wî li ser hewldanên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan got, “Çarenûsa gelê me niha li ser masê ye. Ji bo yekîtiya Kurdan li cihê cih pêk were, divê partî û hêzên siyasî hemû yekitiya xwe ava bikin û banga gel a yekkirina xîtabê û yekîtiya refê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de pêk bînin. Divê hêz û partiyên siyasî li dengê aqil û dengê gel ê banga yekîtiyê li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat dike, guhdarî bikin.”
Şahoz Hesen got zêhniyeta faşîst a dewleta Tirk ber bi hilweşînê ve diçe û got, “Niha Erdogan tenê maye, di êrişên xwe yên li dijî gelê me de destek ji dewletên cîhanê wernegirt.
Erdogan bi rêya vexwendiyên xwe yên dawî hewl dide dengê gel bisekinîne û rewabûneke siyasî bide qirkirina li dijî gelê me, lewma divê hikûmeta Kurdistanê û birêz Mesrûr Barzanî li ser vê xalê têgihiştî bin û nekevin xefa Erdoganî.”
Şahoz Hesen cihnegirtina Kurdan di Komîteya Destûrê ya Sûrî de weke sedema jihevdeketina wê bi nav kir û got, “Dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û ji dijî DAIŞ‘ê şer kirine ji van nîqaşên der barê çarserkirina aloziyê şaştiyeke mezin e, her kes dizane ji Neteweyên Yekbûyî heta bi garantorên Astana û komên biçûk. Yên dixwazin çareseriyê ji aloziya Sûriyê re peyda bikin divê hemû nûnerên Sûriyê beşdar bikin û divê îradeya azad a gelê Sûriyê ya dûrî mudaxeleyên derve, esas bê girtin.”
ANHA/QAMIŞLO