Omer mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxand. Omer da xuyakirin, ku piştî îlana Xweseriya Demokratîk a 19’ê Tîrmehê li Kobanê, wan sîstemeke ku li Rojava û Sûriyeyê bibe model ava kirine. 

Omer diyar kir, ew dixwazin bi hemû hêzên li derdora xwe re di nava têkiliyeke dostane de bin û got: “Mixabin dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê tevî van hemû hewldanên me hewl dan peşî li serketina vê şoreşê bigirin. Ji bo vê jî alîkarî da her kesî. Ji bo me jî weke parçeyek ji terorê nîşan bide hewl da zextan li qada navneteweyî bike. Xwestin di ser me re Lozana duyemîn pêk bînin. Lê bi ser neketin.”

Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer anî ziman, ku ew ji destpêkê ve alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Sûriyeyê ne û axaftina xwe wiha dewam kir: “Lewma ji bo em tevlî civînên li qada navneteweyî bibin, ji bo cihê xwe di nava Cenevre-3 de bigirin me weke rêveberiyê ji Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra re nameyek şandin. Ji bo guhertina li nava Sûriyeyê û yekîtiya mûxalefetê, em tevlî hemû nîqaş û civînan bûn. Civînên Qahîre û Moskowayê di vî warî de girîng bûn.


‘Pirsgirêk çareser nabin’

Omer anî ziman ku di deh rojên destpêkê yên li Cenevreyê tevahiya medyaya cîhanê giranî da ser mijara tevlînebûna Kurdan li civînê û got, “Niha hemû hêzên li dora maseyê civiyan dixwazin li ser hin destketiyên li ser rûyê erdê hatine bi destxistin, muzakereyê bikin.”

Abdulkerîm Omer destnîşan kir, ku bêyî Kurdan ti hewldana çareseriya siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê bi ser nakeve û diyar kir, ji xwe ew ê li deriyê me bidin.”


Çavkaniya pirsgirêka Sûriyeyê

Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Omer da xuyakirin, ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêka Sûriyeyê, dewletên Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ne û ev nirxandin kir: “Bi van û komên destekê didin wan re pirsgirêk çareser nabe. Xala duyemîn jî; beşek ji heyeta hatiye hilbijartin ji rejîma Baas e. Serokê wan Riyad Hîcap, berdevêk wan Riya Nesan Aga û Esadû Zûbî ji rejîma Baas in. Baasî diçin dixwazin bi Baasiyan re diyalogê bikin. Wekî din, Mehmed Elûş, Ehrar Şam jî ji bo pêşeroja dewleta Sûriyeyê ti baweriyê nade. Ji komên tund ên çete ne û dixwaze rejîmeke Îslamî ava bikin. Piştî pirsgirêk û hilweşîna 5 salan, bi vê derdorê re pirsgirêk çareser nabe.

Lewma me got Cenevre-3 ji destpêkê ve wê bibe mîna 1 û 2. Berî destpê bike qediya û em dibînin bê li Helebê çi diqewime. Dîsa jî em xwe ji çareseriya hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê berpirsyar dibînin. Hêza pêşeng û hêza herî serketî ya li ser rûyê erdê em in.”


Sedsala 21. a Kurdan e

Omer da xuyakirin, ku dema êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava bi ser neketin, vê carê êrîşî Bakurê Kurdistanê dike û bi vî rengî dixwaze hemû destketiyên Kurdan tine bike. Omer got, “Gelekî baş dizanin sedsala 21’an wê bibe sedsala Kurdan. Ji ber ku li Rojhilata Navîn bi tenê Kurd li dijî çeteyan şer kir û çete têk bir. Û bi tenê Kurd xwedî projeyeke demokratîk e.

Erdogan û AKP çi ji destê wan tê ew ê bikin. Lê çawa ku şoreşa Rojava bi ser ket, wê ya li Bakurê Kurdistanê jî bi ser bikeve. Rojava bi desteka bêhempa ya 5 salan a gelê Bakur re gihaşt van rojan. Bi sedan ciwanan sînor derbas kirin û di şerê li dijî çeteyan de li Rojavayê Kurdistanê şehîd ketin. Li Ewropayê gelê me ev pênc sal in li kolanan e. Em deyndarê wan e.”




MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/QAMIŞLO