
7. Festîvala Fîlmên Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, dewam dike.
Di festîvalê de, ku fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê tên nîşandan, panelek li ser Yilmaz Guney hate lidarxistin. Panel bi sernavê “Yilmaz Guney mîrateyeke Kurdistanê ye” pêk hat.
Paytexta Elmanya Berlîn, ji 15’ê Hezîranê û vir ve malovaniyê ji derhêner, lîstikvan, fîlmçêker û sînemahezên ji çar parçeyên Kurdistanê re dike. Fîlmên Kurd, li hola sînemayê Babylonê tên nîşandan ku yek ji girîngtirîn salonên li Berlînê ye. Di çarçoveya festîvalê de panelek li ser Yilmaz Guney hate lidarxistin.
Rojnamevan û nivîskarê sînemayê Alî Guler, derhêner Huseyîn Tabak, derhêner Nuray Şahin û akademîsyen Yilmaz Ozdil weke qiseker beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê fîlmçêker û dîrektorê festîvalê Mehmet Aktaş ve hate birêvbirin û cihê Yilmaz Guney di dîroka hunera Kurd de hate nirxandin.
Derhêner Huseyîn Tabak qala lêkolîn û belgefilma li ser Yilmaz Guney kir. Nuray Şahin jî anî zimên, ku bi bandora fîlmên Yilmaz Guney wê dest bi karê sînemayê kiriye û qala bandora Yilmaz Guney a li ser sînemaya xwe kir.
Yilmaz Ozdil jî ragihand, Yilmaz Guney ji bo sînemaya Kurd tê wateya destpêkeke nû û îşaret bi girîngiya Guney ji bo Kurdan kir. Panelîstan destnîşan kir ku Yilmaz Guney mîrateyek e ji bo Kurdistanê û got, “Nabe ku ew ji Kurdistanê cihê bê nirxandin.”
Yek ji panelîstan Alî Guler jî bi bîr xist ku Yilmaz Guney li hemberî zaliman bû li aliyê mazluman bû û got, “Ew li hemberî patron bû karker, li hemberî kapîtalîst û emperyalîstan bû sosyalîst û şoreşger. Li dijî mêhtingeran ew Kurd e. Ya rast, Yilmaz Guney ji Edene, Stenbol û Konyayê koçeroyek e.”
Di panelê de, derxistina navê ‘Kurdistanê’ ji fîlma versiyona nû ya ‘Yol’ bi tundî hate şermezarkirin.
ANF/BERLÎN