Jinên xwebatkarên Saziya Zimanê Kurdî ku heya niha parastine, niha jî di perwerdeya zimanê Kurdî de rolek sereke dileyzin. Ji destpêka avakirina SZK’ê li bajarê Kobanê jinên Kurd cihê xwe têde girtin û roleke mezin di parastin û fêrkirina zimanê Kurdî de girtin ser milên xwe. Niha hejmara jinan ên di vê Saziyê de dixebitin li bajarê Kobanê û gundên derdora wê gihîşte 139 mamosteyên jin. Ji van 100 mamoste jin li dibistanên bajêr, 15 li gundê Taalik, 8 li gundê Şarqirlî, 10 li gundê Êlaçax û 6 jî li gundê Girik hatin bicih kirin.
Di xebatên perwerdaya ziman de heta niha 20 dewreyên perwerdeyê hatine dayîn û di wan perwerdeyan de 200 jin hatine perwerde kirin.
Ji ber di warê civakî de li dijî jinan astengî hebûn, beşdarbûna jinan di nav Saziya Zimanê Kurdî de gelek astengî derketin holê. Weke nerazîbûna civakê ji ber edetên neyînî. Lê tevî hemû astengiyan jinan ji her kesî re diyar kirin ku ew bi vîna xwe gelekî xurt in.
Der barê rola jinan di Saziya Zimanê Kurdî de li bajarê Kobanê Endama Rêveberiya Saziyê Dicle Esmet wiha got: “Di dîrokê de rola jinan di parastin û fêrkirina zimanê Kurdî de gelekî girîng bû û girîng e. Ji ber ku ev zimanê dayîkê ye û dayîk zarokên xwe fêrî zimanê xwe dike.”
Dicle Esmet di axaftina xwe de balkişand ser perwerdeya ziman û wiha got; “Di warê ziman de heta niha me gelek kar nekirine, em nû destpê dikin. Emê ziman pêş bixîn û li ser lêkolînan çê bikim, heta ku ev ziman biçe asta herî jor.”
Dicle Esmet di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd, bi taybet jinan kir ku fêrî xwedin û nivîsandina zimanê dayikê yê bi salan jê bê par mabûn, bibin.
Ji bo 54 şagirtan bawername
Navenda Reşîdê Kurd a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li Amûdê li 54 şagirtên asta yekem û duyemîn ên perwerdeya zimanê Kurdî bawername belav
Bi munasebeta belavkirina bawernameyan li Navenda Reşîdê Kurd merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku şagirt û malbatên wan amade bûn de, endama rêvebiriya Navenda Reşîdê Kurd Zekiya Osman derbarê girîngiya perwerdeya zimanê Kurdî de axivî. Mamosteyên zimanê Kurdî Bêrîvan Yûnis û Firyal Silêman jî derbarê kar û xebatên SZK’ê yên perwedeya zimanê Kurdî de axivîn û li ser girîngiya ziman rawestiyan. Merasîm bi piştî belavkirina bawenamyan bi stranênKoma Zarokan bidawî bû.
Li Serêkaniyê dibistan vebûn
Tevî hemû astengiyan jî, li bajarê Serêkaniyê sala nû ya perwerdeyê li çar dibistanên bajêr destpê kir. Sala nû ya perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê roja 15’ê îlonê destpê kir, lê li bajarê Serêkaniyê ji ber êrîşên komên çeteyan yên li ser herêmê, vekirina dibistanên bajêr dereng ma. Li ser vê yekê Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) û Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran (RKBX), ketin nava xebatê û çar dibistanên bajêr vekirin û dest bi perwerdeyê hate kirin.
Komîteya rêvebirina kar û barên dibistanan ku ji endamên SZK’ê, KXKW’ê û RKBX’ê pêk tê, diyar kir ku li dibistanên Ebdilreham Elxafiqî, Xidir Dirêî, Elşerqiye û Selman Elfarisî perwerdeya asata seretayî û navîn hatiye destpêkirin.
KOBANÊ/AMÛDÊ