Civîna Astanayê ya ku di 24-25’ê Çile de bêyî beşdarbûna nûnerên Sûriyê yên rasteqîn û bi taybetî jî bê gelê Kurd, hat lidarxistin; bi ser de jî ji bilî ragihandina agirbestê pê ve ti encameke din bi xwe re neanî. Têkildarî mijarê Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv jî axivî û got: “Civîna Astanayê bi serpereştiya Rûsya, Îran û Tirkiyê hat lidarxistin. Armanca van hêzan ji li darxistina vê civînê ew bû ku valatiya siyasî ya li herêmê îstîfade bikin û însîyatîfê têxin destê xwe û girêdayî vê jî hêza opozisyonê û rejîma Baasê bînin cem hev.”
Hediye Yûsiv bal kişand ser beşdarnebûna nûnerên gelê Kurd ên bakurê Sûriyê û wiha pê de çû: “Civîna Astanayê ne ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî, ji bo tespîtkirina agirbestekê bû ku berî niha hatibû ragihandin û ji bo ku şerê hêz û koman li dijî rejîmê bidin sekinandin. Di encama zextên dewleta Tirk de civîna Astanayê bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Kurd ên Bakurê Sûriyê hat lidarxistin.”
‘Nikarin agirbestê mayînde bikin’
Hediye Yûsiv da zanîn ku ti çareseriyek ji rewşa Sûriyê re di civînê de nehatiye pejirandin û got: “Tevî ku komên çekdar ên beşdarî civîna Astanayê bûn bi navê terorê hatibûn binavkirin jî di bin zextê de agirbestek bi wan dan ragihandin, lê tevî wê ti nîqaş ji bo çareserkirina rewşa Sûriyeyê nehat kirin. Me gotiye çi civîna nûnerên gelê bakurê Sûriyê tê de ne beşdar bin, biryarên wê jî me elaqedar nakin. Biryarên ku li ser bingehê dijminatiya Kurdan bin, ti caran çareseriyê bi xwe re nayînin. Agirbesta ragihandî jî bi vî rengî nikarin mayînde bikin, ji ber ku komên beşdar ne xwediyên yek nihêrînê ne. Ji bo wê jî civîna Astanayê binketî bû, mîna ku gelek alî di civînên Cenevreyê de nehatin vexwendin û encama wê binketin bû, me di Astanayê de jî ew encam dît.”
‘Cenevre bêyî Rojava nabe’
Hediye Yûsiv got, amadekariya civîna Cenevreyê tê kirin, ji bo wê civîna Astanayê hatiye lidarxistin û ev agahî parve kirin: “Piştî demekê wê civîna Cenevreyê bê lidarxistin, ji bo wê civînê amadekarî ji aliyê Rûsya, Emerîka, Tirkiyê û Îranê ve tên kirin. Lidarxistina civîna Astanayê jî beşek ji vê amadekariyê bû da ku her komek nûnerên xwe yên civînê pêşinyaz bike. Xebata ku em jî didin meşandin ji bo beşdarbûna Cenevreyê xebatên ji bo nûnertiya vîna gelê bakurê Sûriyê ye. Hebûna beşdarbûna gelên Sûriyeyê esas digire. Lê eger dîsa di Cenevreyê de vîna gelê bakurê Sûriyê û Federaliya Bakurê Sûriyê nebe, wê careke din ev civîn bêencam bimîne. Berevajî wê, eger nûnerên gelê Kurd û Bakurê Sûriyê beşdar bibin, gelek pirsgirêk wê werin çareserkirin.”
RIMÊLAN