Kontrola Îranê ya temam hîna heye. Yanî rêyên ji bo wergirtina alîkariyê asê ne. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê dorlêgirtî ye. Partiyên siyasî yên li derveyî welêt nikarin ji kesekî li ser medya civakî bêhtir tiştekî bikin. Tenê ew ên ku rêxistina wan xurt e dikarin ragihandin û alîkariyê tevî rîskê jî bikin.
Rojava şerê hêza duyem a NATO´yê dike. Ew şensê Tirkiyeyê hîna jî heye ku hêzên Kurd hemûyan weke terorîst bi nav bike. Dîsa jî têkoşîna Rojava di van çend salên dawî de bû doza her zêde navnetweyîbûyî. Lê li Rojhilat ji ber nebûna pêşengiya cidî, hîna em pirr dûr in ji destekeke navneteweyî.
Eynî weke sala 1979´an; Kurdan hingê jî nizanîbû ka çi bikin heta ku êdî dereng bû. Bi zena min vê carê wê xirabtir bibe. li rojhilat heta ku hêzeke gelekî cidî û fedakar bi rêyeke rast danekeve meydana siyasî ji bo Kurdan û hêzên din ên demokratîk, li Rojhilat azadiya Kurdan ne mumkin e.
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Li seranserê Îranê raperînên gel bi carekê bala rejîma Îranê ya ku kaos timî ji xwe dûr dibir welatên herêmê yên weke Iraq û Sûrî, vegerand ser nerazîbûna milet a ji wê. Bi tevahiya mekanîzmayên xwe yên şidetê ew bi ser xwepêşandêran de çû û gelek mirov qetil kirin. Tevî îdîayên rejîmê yên dibêjin wan raperîn bi temamî tepisandiye jî nûçeyên ji Îranê vê li derewê diqelibînin. Li ser vê raperînê, destwerdana rejîmê nexasim li Rojhilatê Kurdistanê û îhtîmalên siberojê em bi akademîsyen Dr. Seevan Saeed re peyivîn. Dr. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University, dibêje, li Rojhilatê Kurdistanê pirraniya partiyên siyasî ji ber ku di warê malî de girêdayî rêveberiya Başûr in, ji ber wê ajandayên wan jî yên wan in. Di warê eskerî de jî ji bilî PJAK´ê ew hêzeke karibe qebqebûyê li hêzên rejîmê bixwîne, nabîne. Hizra wî ya sereke ew e ku vê carê wê guhertin çê be, lê pirsa herî zêde xelkê ditirsîne ew e, ka wê guhertineke çawa bibe.
Niha behsa raperîneke giştî ya gel li Îranê tê kirin. Sedemên ku ji ber pirsgirêkên strukturel ên rejîmê çi ne? Dewra ambargoya DYE´yî heye yan na?
Gelek sedem hene ku hêrsa pirraniya xelkê Îranê rabe li hemberî rejîma otorîter a heyî. Ya rastî ti hêmanên birêvebirinê yên vê rejîmê nînin û ti rewabûna exlaqî jî. Heta di hêmanên qebûleke navneteweyî de jî nîne ji ber ku rejîm bi dûvikên xwe li Lubnan, Yemen, Sûrî û Iraqê terorê belav dike. Esas, rejîm pirr pere û enerjiyê ji bo çêkirina kaosê û birina modela xwe ya şîî ya li va welatan xerc dike, li şûna ku wê mesref û enerjiyê li xizmetên sereke yên gelên Îranê mesref bike. Tesîra ambargoya DYE´yê di rêza duyê de ye, ew jî dike ku rejîm nikaribe xizmetan misoger bike. Ya rastî her tişta ku pêdiviya Îranê pê heye di nava wê de heye. Lê ev rejîm herî kêm li miletê xwe difikire. Heger em li hisa bêedaletiyê ya li cem xelkê û hêrsa xelkê ya rabûyî binihêrin, hingê tesîra ambargoya DYE yan jî civaka navneteweyî talî ye.
Bi qasî xuya dike, raperîna xelkê spontane derketiye meydanê. Çîna civakî ya pêşengiyî ji vê tevgerê re dike kîjan e? Xizan, çîna navîn yan jî xwendekar, kî bêhtir di nav de cih digire?
Divê em lê mikur bên ku ev serhildan pirr civakî û komnunal in; ji ber wê tesîra partiyên siyasî yên muxalefetê, yan jî îstîxbaratên derve pirr kêm e di destpêkirin û belavkirina wan de. Lê ji ber ku lîderiyeke bi tesîr a herêmî û neteweyî nîne ji bo rejîmê hêsantir e ku wê çi dereng û çi jî zû bitepisîne. Vê carê di raperînê de kom û çînên civakî yên cihê hemû cihê xwe digirin. Weke mînak Kurd û Erebên li rojavayê Îranê ew in ku hêrsa wan herî zêde ye li dijî rejîmê û hikûmeta navendî. Li aliyê din em dibihîzin, dibêjin, Şîrazê xelkê wê kontrol dike. Şîraz bajarekî Fars û Şîî ye. Ji ber wê jî bi ya min ev raperîn giştî ye û li tevahiya welêt belav e. Welat hew xwe li tîranî û bêedaletiya rejîma ev 40 sal in hildiberîne, radigire.
Li gorî cenabê te, bi pêvajoyê re ev tevgera hanê wê pêşengên xwe derêxe meydanê yan na?
Bi ya min kêmasiyeke mezin a pêşengiyê heye ji bo rêvebirina vê raperîna gel. Lê ez bibêjim, ya niha diqewime ne şoreşek e hîna. Ev rewşek e ku ez jê re dibêjim, statuya beriya şoreşê û her îhtîmal dikare paşê derkeve meydanê. Mesela, dibe ku îstîxbarat nexasim jî CIA û MOSAD hewl bidin kaosê mezintir bikin û Îranê jî gav bi gav veguherînin Sûrî yan jî Iraqê. Yan jî dibe ku dewlet hin tawîzên mezin bide û ewqas xwîn û xwêdana xelkê bîla sedem biçe. Û ew xelkê çalak di serhildanê de cih girt jî çawa berê jî me li Îranê dît, wê bên zindanîkirin û gelek ji wan jî bên bidarvekirin. Yan jî serhildan wê veguhere şoreşekê, pêşengên xwe ji nava xelkê derêxe, li şûna ku li hêviya tevgerên ev 40 sal in mişext in bimîne. Jixwe ev aliyên hanê, çi kurê şahî, çi komunîst û Mucahidîn û heta pirraniya partiyên Kurd û Ereb jî di meseleya fêmkirina şert û mercan û peydakirina rêyeke rast a têkoşîna li dijî rejîmê de gelekî li paş xelkê Îranê mane. Yanî dema partiyên siyasî yên li derveyî Îranê bihurî. Senaryoya herî xirab wê bibe ew e ku DYE wan bi kar bîne, weke beriya bi 15 - 16 salan li Iraqê, û her kesî dît ka rêveberiya li Iraqê piştî Sedam çawa bû ji ber wan kesên piştî 2003´yan ji derve anîn da ku Iraqê bi rê ve bibin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî xelk rabû ser xwe, lê me dît ku hêzên çekdar ên rejîmê li Kurdistanê êrişkartir bûn û li gelek bajaran xwepêşandêr şehîd kirin. Sedema vê çi ye û mirov gelo dikare di peywendeke kolonyal de binirxîne?
Rejîm gava li Farsan û Şîiyan dinihêre, weke miletê xwe li wan dinihêre. Di raperînan de rejîm wan jî hovane ditepisîne. Herçî Kurdistan e, rejîm her kesî wek dijmin û xayîn dibîne. Ji ber wê jî rejîm her hincetê bi kar tîne ji bo tinekirana; helbet heger mumkin be. Li gorî çavkaniyên piştrastnekirî, hejmara şehîd û birîndaran li (Rojhilatê) Kurdistanê ji her devera din bêhtir e. Cihê piştre herî zêde mirov lê hatine qetilkirin Ehwaza Xuzistanê ye û ew jî Ereb in. Ji ber wê mirov dikare bibêje, rejîm li Kurdistanê rehet nake, ew dizane ku ew der ne welatê wan e. Li bajarekî wekî Merîwanê hejmara esker û polîsan ji ya xelkê bajêr bêhtir e.
Aliyên ji Rojhilatê Kurdistanê banga piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bi xelkê Rojhilat re kir; ev piştgirî dikare çawa be, hêviyeke pratîkî heye, yan di maneya temeniyê de ye?
Ji ber gelek sedeman piştgiriya Kurdan ji bo Rojhilat wê weke ya ji bo Rojava xurt nebe. Sedema sereke Îran xurt e û kontrola wê ya temam hîna heye. Yanî rêyên ji bo wergirtina alîkariyê asê ne. Ez dikarim bibêjim, xelkê Rojhilatê Kurdistanê dorlêgirtî ye. Partiyên siyasî yên li derveyî welêt nikarin ji kesekî li ser medya civakî bêhtir tiştekî bikin û bibêjin. Tenê ew ên ku rêxistina wan xurt e dikarin ragihandin û alîkariyê tevî rîskê jî bikin.
Li aliyê din ji ber girêdanên xurt ên bi Îranê re Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexasim YNK û PDK destekê nadin raperînê. Heta hin ji wan destekê didin rejîmê da ku qet nebe li Kurdistanê serhildanê bitepisînin. Di asta navneteweyî de, tevî ku rejîma Îranê weke çavkaniyeke terorê hatiye deqkirin, krîzên dîplomatîk û aborî hene, hêna alîkariyeke xurt a ku mirov li bendê be ji Kurdên li rojhilat re nehatiye kirin. Sedem jî besît e, qelsiya partiyên Kurd e ku bi sedsalan li pey miletê Kurd bi xwe ye, li şûna pêşengiyê jê re bike. Ji xwe re lê binihêrin, Rojava şerê hêza duyem a NATO´yê dike. Ew şensê Tirkiyeyê hîna jî heye ku hêzên Kurd hemûyî weke terorîst bi nav bike. Dîsa jî têkoşîna Rojava di van çend salên dawî de bû doza herî zêde navnetweyîbûyî. Lê li Rojhilat ji ber nebûna pêşengiya cidî, hîna em pirr dûr in ji destekeke navneteweyî.
Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê niha xwedî çend helwêstên cihê ne beramberî vê raperînê?
Em rastiyê ji hev re bibêjin, ew hîna nikarin bi hev re rûnin û çayê vexwin, ka îca ji ku wê li ser yek maseyê rûnin ji bo siberojê û li çareyan bigerin! Her partiya Rojhilat dide xuyakirin ku divê ew bên cem hev û bi hev re rûbirûyî vê rewşê bibin. Ji ber gelek sedeman ev nabe. Sedema yekê ew e ku ew di warê malî de girêdayî hikûmeta Başûr in, siyasî sînordar in û girêdayî ajandayên din ên li Başûr yan jî hêzên herêmî ne. Herçî eskerî ye, ji bilî PJAK´ê ne xwedî hêzeke cidî ya eskerî rêxistinkirî ye da ku karibe êrişî rejîmê bike. Ji ber wê jî ew jî di warê siyasî de weke her kesê ji rêzê li bendê ne ka wê di warê siyasî de çi biqewime. Axir ew hêvî dikin ku şensê wan ji bo parvekirineke hêza siyasî bi hikûmeta muhtemel a nû ya li Tehranê re bêhtir bin. Eynî weke sala 1979´an; Kurdan hingê jî nizanîbû ka çi bikin heta ku êdî dereng bû. Bi zena min vê carê wê xirabtir bibe. Li rojhilat heta ku hêzeke gelekî cidî û fedakar bi rêyeke rast danekeve meydana siyasî ji bo Kurdan û hêzên din ên demokratîk, li Rojhilat azadiya Kurdan ne mumkin e.
Guhertineke çawa li benda me ye?
Li ser raperînên gelêrî yên berê neçûyî serî û ferqa ya niha, Dr. Seevan Saeed dibêje:
Îran xwedî tecrûbeyeke mezin a tepisandina raperînan e. Belkî vê carê rewş guhertî be, ji ber ya xuya ew e ku DYE û Îsraîl cidî ne tiştinan li dijî rejîmê bikin da ku êdî kaosê belav neke li herêmê, nexasim li Sûrî û Lubnana nêzî Îsraîlê. Li aliyê din xelkê li van deverên Îran lê xwedî hegomoniyekê ye (Lubnan, Iraq, Sûrî, Yemen û Bahreyn) jî gelekî ji Îranê aciz e. Hiseke balkêş heye: Îranê 40 salan kaos bire Iraqê, niha di nava 40 rojan de Iraqê kaos li kolanên Îranê vegerand. Ji ber wê, îhtîmala guhertinê li Îranê vê carê mezintir e. Pirsa tirsnak ji bo pirraniya xelkê herêmê hemûyî jî ev e: Guhertineke çawa li benda me ye?