Komeleya Çand û Hunerê ya Arzela ku bi biryara KHK’ê hat girtin, niha li avahiya HDP’ê ya Bahçelîevler ya Stenbolê xebatnên xwe yên çand û hunerê berdewam dike. 

Piştî deriyê komeleleyê hat mohrkirin şagirtê komeleyê bêtir li ders û komeleyê xwedî derketin. 
Bi biryarên KHK’ê zêdeyî 550 komele û saziyên civakî hatin girtin. Li gel van saziyan Komeleya Çand û Hunerê ya Arzela jî bi biryara KHK’ê ya 22’ê Mijdarê hat girtin û deriyê vê hat mohrkirin. Piştî Komeleya Çand û Hunerê ya Arzela hat mohrkirin, rêveberiya Navenda Arzela li avahiya HDP’ê ya navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê dest bi xebatên xwe kir. 

Navber nedan xebatên xwe

Piştî deriyê komeleyê hat mohrkirin Rêveberiya Komeleya Arzela li avahiya HDP’ê ya Bahçelievlerê dest bi xebatan kirin û li vir kurs û perwerdeya çand û hunerê da. Xwendekar û şargirtê navenda çandê dersên wan ên nêvî mabûn li vir berdewam dikin. 


Li her derê û her dem


Serokê komeleya Arzela Abdulhakim Sarsilmaz ku dema avahî hat mohrkirin hat binçavkirin û di 3’ê Çile de hat berdan, diyar kir ku navenda di salên 1990-91’an de di bin baneya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de wekî Med û Arzela xebatên xwe meşandin. Sarsilmaz, anî ziman ku xebatên çand û ziman li her derê û her dem tên meşandin û astengiyan nas nakin û wiha peyivî: “Ger ku milletek ziman û çanda wî hatibe tunekirin wê demê ew netew dimire. Em jî dê li her derê û her demê çand û zimanê xwe bijîn û bidin jiyandin. Em ji bo hebûna çand û zimanê xwe têdikoşin û emê têkoşîna xwe biparêzin. Her çend komeleya me bê girtin jî em dest ji xebatên xwe yên çand û ziman bernadin.” 



‘Em dê li her derê bin’


Sarsilmaz diyar kir ku zexta dewletê ne tenê li dijî çand û hunerê ye û wiha axivî: ”5 meh berê li Esenyurtê 12 kesên bi Kurdî stran gotin rastî tundiyê û lêdanê hatin. Li Komeleya Çand û Hunerê ya Arzela xwendekaran dersên gitar, erbane didîtin. Kursiyerên me yên li komeleya Arzela ders didîtin niha xebatên xwe berdewam dike. Ji bo em çand û hunera xwe pêş bixin dê li her derê xebatên xwe berdewam bikin.” 


Min bêtir çand û zimanê xwe nas kir 


Şagirta Erbanê Berivan Onen diyar kir ku herî zêde erbane çanda wan dide xuyakirin û wiha got: “Demek dirêj e ez difikirim bêm kursa Erbanê. Ji bo dersa erbanê ez li gelek saziyên çandê geriyam. Herî dawî ez hatim Komeleya Arzelayê. Ji meha îlonê heta niha li Arzela kursê dibînim. Li vir dost û hevalên min çêbûn. Ez tam fêrî Kurdî bûm. Min bêtir çand û zimanê xwe nas kir û fêr bûm. 



‘Ne dema paşve rawestinê ye’


Rêvebera komelê jî Aliye Kurt jî anî ziman ku her çend saziya wan hat mohrkirin jî pes nakin û bêtir li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Kurt, da zanîn ku bi biryar in ku her dem di nava her şert û mercan xebatên xwe berdewam bikin.

 


 DÎHABER/STENBOL