
Şêniyên navçeya Bilbilê bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî (15´ê Gulanê) meşiyan û bang kirin ku xebatên ziman li Bakurê Sûriyê bên xurtkirin.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê bi boneya Roja Zimanê Kurdî, meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên herêmê, mamosteyên zimanê Kurdî, dayîkên şehîdan, nûnerên Kongreya Star, TEV-DEM û Yekîtiya Ciwanên Rojava, amade bûn.
Meş ji gundê Zeira ya navçeyê dest pê kir. Meşvanan wêneyên şehîdan û pankartên li ser wan nivîsandî ″Em dixwazin li ser herêmên Rojava, qedexeya firîna balafiran were ragihandin″ û ″Têkoşîna zimanê Kurdî, misogeriya siberoja gelê Kurdistanê ye″, hilgirtin û ber bi navenda navçeyê ve, çûn.
Dikandarên navçeyê, dikanên xwe girtin û beşdarî meşê bûn. Meş li navenda navçeyê rawestiya û piştre Endama Rêveberiya KPC-D Leyla Heftaro û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Sureya Mustefa axivîn, Roja Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mamoste û gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ziman bingeha hebûna mirovahiyê ye û yek ji nirxên ku bêyî wê, jiyan nabe.
Qisekeran bal kişand ser girîngiya xurtkirina xebatên zimanê Kurdî li Bakurê Sûriyê. Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANHA /EFRÎN