Wergêrê Tîbetî: Li welatê min bi xwe, gelek qedexe û astengî hene li pêşiya zimanê min. Lê li vir ne ku tenê ez serbest im zimanê xwe bi kar bînim, lê di heman demê de hikûmet destekê dide bikaranîna zimanê me.
Ji hev fêmkirin ji bo jiiyana bi hev re ya mirovan yek ji esasên sereke ye. Heger ferdên komekê ji hev fêm nekin, jixwe êdî ew kom wê nebe, yanî nikare hebe. Di civakên rojavayî de ku îro roj ji bi sedan civakên ziman cihê mirov berê xwe didin wan, jihevfêmkirin li cihêtiyên civakî, çandî bialiqe jî, ya sereke û pêşî dîsa ziman e. Ji ber wê jî pêdivî gelekî bi wergêran heye. Li Awusturalyayê halê hazir di meseleya wergêrên jêhatî de ku bi kêra jihevfêmkirinê bên, hejmara wergêran kêm e. Nexasim jî ji bo 5 zimanan: Kurdî/Kurmancî, Tîbetî, Nepalî, Tamîlî, Rohinghayî. Lê wekî din ji bo Suryanî (herdu şêwezarên sereke),Kîrundî, Somalî û Tîgrînyayî jî pêdivî bi wergêran heye.
Axir hikûmeta Awusturalyayê ya Herêma New South Walesê (NSW) belkî ne ji ber ku ji kula man û nemana Tîbetî yan jî Kurmancî ketiye, lê ji bo pirsgirêkên jihevfêmkirinê çareser bike, bi 650 hezar dolaran projeyeke gihandina wergêran da destpêkirin. Wezîrê Pirçandîbûnê yê NSW´ê John Sidoti ji bo bernameyê, li paytexta herêmê Sydneyê dibêje, gelek cemaetên nû, civakên mezin dibin hene û ji bo hikûmetê gelekî zehmet bû wergêran peyde bike. Ji nexweşxaneyan heta bi deverên din fermî, pêdiviya me bi jihevfêmkirinê hebû, lê werger nebûn. Rewş pirr xirab bû. Yanî hûn ê çawa teşxîsekê rast ji nexweş re bibêjin, yan jî wê rast jê re rave bikin?” Ha ji ber wê jî bername hatiye birêvebirin.
Di koma 1´ê de 2 Kurd
Koma yekê ya ji 18 kesan ji vê bernameyê derçû. Di nava vê komê de du wergerên Kurd ên Êzîdî jî hene. Ew xwişk û bira ne. Ew jî ji başûrê Kurdistanê ne. Li temamê Awusturalyayê halê hazir bi tenê 9 wergêrên fermî yên Kurmanciyê hebûn. Niha bi vê bernameyê re hejmara wan wê bibe 11. Em behsa Sorzas û Rîvas Xêro dikin. Ew sala 2016´an weke penaber çûne Awusturalyayê û hingê nekarîn yek gotina tenê jî bi Ingilîzî bibêjin. Lê niha herdu jî wê dîplomayên xwe bistînin û li wergêrên Kurmancî yên welêt zêde bibin.
Rîvas Xêro yê 25 salî dibêje, “Destpêkê zehmet bû, ji ber ku heger tu bi ziman nizanîbî hingê tu nizanî ka tê çawa bidî û bistînî. Lê dema ku tu hînî ziman dibî, êdî her tişt ji bo mirov baş dibe û hêsa peyde dibe.”
Rîvas û Soryaz, gava ku tên Awusturalyayê, pê re pê re fêrî ziman dibin û dest pê dikin, bi rizadilî alîkariya civaka xwe dikin. Soryaz a 30 salî ya ku bi 5 zimana dizane, dibêje, “Me dest bi alîkariya civaka xwe kir, bi xwebexşî, me alîkariya hevalên xwe kir. Em lê nedifikirîn ku bibin wergêrên profesyonel. Ez bi rastî jî gelekî kêfxweş dibim gava ez alîkariya mirovan dikim. Ji ber ku hîna beriya bi du salan ez jî di heman rewşê de bûm.”
1 bûn niha bûn 5
Beriya vê bernameyê li NSW´ê yek wergêrê tenê yê Tîbetî hebûye, niha hejmara wan bû 5. Yek ji yên nû ji bernameyê derçûyî jî Chung Tsering e ku dikare bi 5 zimanan bipeyive. Lê zimanê dayika wî Tîbetî yê li ber dilê wî herî xweş û muhim e. Ew ji ber zilma dewleta Çînê li Tîbetiyan pêşî pena xwe digihîne Hindistanê û ji sala 2014´an ve jî li Awusturalyayê dimîne. Qedexe û astengiyên li ser bikaranîna Tîbetî tên bîra wî û ew ji bo rewşa xwe ya li Awusturalyayê şikir dike: “Li welatê min bi xwe, gelek qedexe û astengî hene li pêşiya zimanê min. Lê li vir ne ku tenê ez serbest im zimanê xwe bi kar bînim, lê di heman demê de hikûmet destekê dide bikaranîna zimanê me.”
Lê jihevfêmkirin ji bo civakan ewqasî girîng e ku Wezîrê Pirrçandîbûnê yê NSW´ê Sidoti dibêje, “Muhim e ku di vî karî de em li pêş bin û misoger bikin ku xizmet hazir bin beriya ku koçber bên.”
SYDNEY