Yekem kitêba çîrokan a Şêxo Fîlîk, “Bêbavî” di nav weşanên Avesta de derket. H. Kovan Baqî li ser çîrokên di yekem berhema nivîskar de wiha nivîsiye: “Şêxo Fîlîk (…) xwendevên dike rêwî; ji “bersivên xumam” berî dide “pirsên zelal”. Na, di vê sehekê û pêhesînê de problemeke bêreng heye: ne mere dikare ji “bersivên xumam” bawer bike û ne “ji pirsên zelal”. Lewra ne tam bi awayekî pêewle, ji “berbelavbûnê” berê xwe daye “yekûnê”, û ne ji “yekûnê” berê xwe daye “berbelavbûnê”. Ji ber vê nepêewlebûnê, “pirs” û “bersiv”ên xwendevên jî daxilî nava “pirs” û “bersiv”ên çîrokê dibin û xeleka “yekûn” û “berbelavbûn”a tevgeriyayî, bergeha xwe firehtir dike. Her pirs, bersivekê dihukumîne û her bersivek pirsekê.”
Çapa nû ya ‘Otobês’ derket
Çapa nû ya “Otobês”a Ciwanmerd Kulek di nav weşanên Avesta de derket. Weşanxaneya Avesta, di çarçoveya ji nû ve çapkirina hemû berhemên Ciwanmerd Kulek de, çapa nû ya “Otobês”a Ciwanmerd Kulek weşand.
STENBOL