
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û bi armanca şermezarkirina bêbextiya 9´ê Cotmehê li seranserê Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wan çalakî li dar xistin. Li bajarê Awusturayê Innsbruckê, li bajarê Franseyê Rennesê, li bajarê Swîsreyê Zurichê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Meşa Kurdistaniyên ji Lavrionê dimeşin Atînayê doh di roja xwe ya duyem de dewam kir. Meş îro wê bi çalakiya li ber sefareta Tirk bi dawî bibe.
Li Innsbrûckê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ji bo azadiya Ocalan meşek organîze kir. Girseya gel ji ber peykerê Annasauele dest bi meşê kir, di nava bajêr de meşiya û li heman meydanê vegeriya. Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji Ocalan re” hatin gotin.
Di dema meşê de komek ji faşîstên Tirk hewl da provokasyonê bike, lê bi ser neket.

Li Rennesê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Charles de Gaulle li hev civiyan, meş û mîtîngek li dar xist. Çalakgeran di meşê de belavok belav kirin û ji bo azadiya Ocalan dirûşm gotin. Li qada mîtîngê jî qisekeran komploya navneteweyî şermezar kirin û bi bîr xistin ku afirînerê şoreşa Rojava, Ocalan e.
Li Yewnanistanê meşa dirêj
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Zurîchê jî bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan, bi dirûşmên “Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, jiyanê azad bike” li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji meydana Platz Promenadeyê dest bi meşê kir.
Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ’ê hatin hildan. Meş li qada Bellveuyê bi mîtîngekê dawî bû.
Ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan meşa ku li bajarê Yewnanistanê Lavrîonê dest pê kirî kete roja 3’yan.
Li bajarê Lavrîon ê Yewnanîstanê 7’ê Cotmehê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir, doh di roja 2’an de berê sibehê zû dest pê kir. Li ser banga Meclîsa Gel a Atînayê Kurdistaniyên ku ji Lavrîonê ber bi Atînayê ve dest bi meşê kirin, doh gihiştin navçeya Markopoloyê.
Kurdistaniyan di meşê de, dema ku ji bajaran derbas bûn li ser tecrîdkirina Ocalan û şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê belavok belav kirin.
Çalakvan îro saet 17.00’an wê li meydana Syntagmayê ya li Atînayê bicivin û ber bi Balyozxaneya Tirk ve bimeşin.
NAVENDA NÛÇEYAN