Michel Foucaultê feylesof ê serê xwe bi bûneweriya mirov re êşandiye û mirov ji gelek hêlan ve nirxandiye di pirtûka xwe ya bi navê Naissance de la prison (Zayîna Girtîgehê) de gotiye, "Dîroknasan beden di qada patolijîyeke dîrokî ango populasyonî de nirxandine. Û li wê vekolane weke ew meqama îştah û pêdiviyan, weke cihê êrîşkirina mîkrob û vîrusan be." Û wî bi vê berhemê hem rista desthilatdariyê vegotiye, hem sekna mirovên têne hikumkirin diyar kiriye û hem jî nivîsevaniya dîroknasan a alîgir aşkere kiriye. Hasilî ji berhema wî em têdigihîjin bê desthilatdarî bi çi sedemê êrişî bedenê dike ku em baş dizanin bê ev 'beden' di heman katê de cihê hilberîna siyasî ya dijberê wê desthilatdariyê bixwe ye.

Ji destpêka sedsala bîstan û heta roja me, Dewleta Tirkan (Osmanî jî daxil) weke karê sereke tune-hesibandin, tune-kirin û qir-kirin ji xwe re kiriye armanc û ji bo vê armancê jî her rê ji xwe re rewa ditiye, çinku rêyên curbecur ên dijmirovî di pratîkê de ceribandiye. Girtîgeh jî ji wan re yek ji van rêyên qirkirinê ye. Ji lewre her Kurdekî bîrbir ji bo dewleta Turkiyê kêr û xencereke bel e ku dikare wê bidirrîne.

Em di her nivîsê de balê dikşînin ser vê xalê û dixwazin her kurdeke/î me vê rastîyê ji bîr neke û li gora vê rastiyê bi hişyarî tevbigere. Jixwe zana û bîrbir û rewşenbîrên kurd jî di vî warî de her serwext bûne û her xwestine mirovên xwe hişyar bikin. Kakila vê rastîyê di gotina nemir Musa Anter de pirr xweş diyar dibe bê sedema vê qirkirinê çi ye: 
"Ger zimanê min asasê dewleta te dihejîne, hingê te dewleta xwe li ser erda min ava kiriye!" 

Dewleta Turkiyê ya li ser erda me Kurdan hatiye avakirin, zimanê me, çanda me û hemû nirxên aydî me ji bo hilweşîna xwe xetere dihesibîne û bi hemû hêzên xwe êrişî wan dikin. Bi vê jî namîne, bedenên zarokên Kurd weke mîkrob û vîrusan di nava çar dîwaran de digire û her êriş dike. Di van rojên herî hestyar ên cîhanê de ku nexweşiyeke weke şewba Coronayê 
bêyî ciyawaziyê têxe navbera mirovan û gefan li her kesî dixwe, dewleta Turkiyê û rêveberên wê yên nijadperest bi aşkereyî ji bo qirqirina Kurdan seferber bûne. Bi hinceta şewbê qaşo ji bo girtiyên zindanan bi hestyarî tevdigere û dixwaze hin girtiyan serbest berde; lê mixabin, Kurdan ji vê hesasiyetê jî bêpar dihêlin. Ev jî bi awayekî aşkere rê dide ku dê li şûna girtiyên serbestberdayî, dîlgirtiyên nû yên Kurd bi cih bikin. Kurd neyta serbestberdana girtiyên li ser daxwaza Mhp'yê baş dizane û neyta Akp'ya der barê Kurdan jî ji serî ve dibîne.

Çima?

Ji ber ku Kurd ji hebûna xwe ve serî li ber neheqiyan netewandiye, di şert û mercên herî dijwar de jî serî rakiriye û ji bo armanca xwe li ber xwe daye. Dizanin ku dijminên wan 'Qesabê Tirsnak' e -ji qewla Rossi- û bûneweriya ku Foucault şayesandiye di tevgerên xwe de îsbat dikin. Dijminên Kurdan (Tirkên desthilatdar) ên vê hêla Kurdan baş nas dikin, dizanin ku Kurd dê ji bo zarokên xwe yên zindanan (neheqî li wan bûye) guh medin nexweşîya Coronayê jî û guh medin nexweşiya nijadperestiya tirkîtiyê jî û li ber xwe bidin. Ev jî dê bibe sedem ku girtîgehên valakirî bi Kurdên dîtir were dagirtin. Ev jî ne bes; nexweşîya Coronayê ya sedema mirinan, bi destên desthilatdarên Tirk dê ji bo qirkirina Kurdan weke çekekê were bikaranîn. Jixwe mirov naxwaze encama ji ber nexweşîya pandemîyê di zindanan de teheyul bike û lê bifikire. 

Şewba Vîrusa Coronayê rê me da ku bê hemû mirovahî çiqasî aciz û bêparastin e. Em giş li ser fermanan ketin Zindana Cîhanî (malên xwe). Hingê me baştir fam kir ku zindanîbûn çiqasî zehmet e. Digel zindana malê derfetan dide mirov ji bo li jiyanê bimînê jî, zindanên dewletê ji bo Kurdan cihên tunekirina jiyanan bixwe ye. Lê berovacî helwesta desthilatdaran girtîgeh ji bo Kurdan bûn weke qadên zanînê yên ku desthilatdarî nikare hespê xwe bi rihetî lê bibezîne. Ji ber wê jî; bedena girtî -ne giyan û hiş- weke mîkrob û vîrus hesiband û li ser tunekirina vê bedenê xebitî. Salên darbeyên leşkerî, salên 1980'yî li girtîgeha Amedê, serê salên 1990'î û Operasyona Vegera Li Jiyanê (!) ya 19-22'yê Kanûna 2000'î, sal û hafizeya jibîrnebûyî ne ku dewleta xwînxwar çendbare rista xwe ya tunekirinê pêk aniye. Îcar nexweşîya Coronayê jî derfetek e di destên xwînxwaran de ku dikare cezayê girtîgehan veguherîne îdama bi hezaran Kurd û mixalifan. Em îro dengên xwe dernexin, rojeke dîtir ji bo dengvedana me tuneye. 

Û jixwe M. Foucault li hemberî qir-kirin, tune-hesibandin û tune-kirinê rêya dîtir weke nimûne nîşan daye û gotiye; "Li her derên cîhanê li girtîgehan serhildan e û hedefên wan, parolayên wan, şêwaza derketina wan bi teqezî xwedî hêlên paradoksal in..." Ev paradoks jî dê bi xwe re destpêkên nû biafirîne. Bes, ger em jî piştgirîya girtiyan bikin!..