Ji ber ku giloka berjewendiyên cihanê li Kurdistanê asê ye, dagirkerên herî bêbext, durû û pașverû li vir çivyane, bendê baweriyê li tiliya dagirkeran piçikiye, tekoșîna azadiya Kurd û Kurdistanê, tekoșîna herî dijwar e. Carê profesorekî alman ji ber vê sebebê gotibû: „Eger Kurdistan li erdnigariyeke din ba, bi wê tekoșînê niha sed Kurdistan ava bûbû.
Me çendî car serî hilda, di serîhildanên dawiyê de îxanet û cihan li ser serê me civiya, em di newal û geliyan de asê kir, gora me li serê lutkeyên çiyayên me danîn. Lê rik û vîna me têk neçû, di salên heftêyî de dîsa kulîlk vedan, bû tirsa dilê dagirkeran, ew bi cinan ketin, xwestin hê di dema dergûșiyê de di tasekî avê de bifetisînin.
Di destpêka salên heștêyî de bi cûnta leșkerî tirsa mirinê reșand ser her bihust xaka Kurdistanê. Tenê çeka bedenê ma li zîndanan. Mazûm qêriya, bi sê niftên bi nûra agirê Mîtra. Got: „Zulme we ne tișt e, mirin jî ji me ditirse.” Govenda çaran bi wê agirên bedenên efsanevî bi lingan derket ser serê mirinê.
Dema Çardehê Tirmehê hat, hê jî kuștin û bi mirinê tehdîtkirin ranewestiyabû. Bi dehan dîlên șer di rêberiya M. Xeyrî Durmûș û Kemal Pîran de gotin: „Emê mirin û zulma we bi bedenên xwe têk bibin û bi wê biryarê ketin rojiya mirinê. Mirinê pes got û revî, zulma wan tirsiya. Bedenên di nava nûra berxwedanê de li asûmanê bîra me bûn efsaneyên bêmirin.
Li hember vê tekoșîna bi beden, giyan û nenûkan niqir bi niqir hatî pêșxistin Kemalîstên qașo laiqê nantsiyonal sosyalîst bi zulma wan ve fetisand. Kemalîstên turkîslam sentêzî hatin bi îmana xapandin û boyaxa Qeyseriyê. Dînê wan rant, îmana wan bi qalikê cubeyê kesk nixumandî, tașeronên takiye wek kerkereyên pirojeyên nû yên ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn, ev ne bes bû, her tișt pêșkêșî mîrên xwe yên rojava kirin ku bikanin Tekoșîna Azadiyê bifetisînin. Ji bo vê çepereke bêdengiyê avakirin. Tenê bi sûçên șer êrișkirin. Lê li hemberê vîna berxwedanê veciniqîn, çendî têkçûn ,ewqas bêperwa bûn. Her roj bi dehan can ji wê xakê dihat qetandin, divîbû êdî bes bihata gotin.
Dîlên șer gotin: Tenê rêkî maye, ew jî bedena me, emê ji mirin û vê fetisandinê re na bibêjin, wan çeperên bêdengiyê û xitimandinê biqelêșin. Yek bi yek daketin nava tekoșîna herî dijwar û bi wate, tekoșîn efsanevî, beden mîtolojî di agirê rojiya mirinê de.
Berê dayîk û bav, rêheval, li pey jî tevahiya Kurdistaniyan di reberiya bedenên efsanevî de rabûn raperîna çareserî û rêvekirinî. Çirûskên berxwedanê hêdî hêdî perdeya bêdengiyê sot, cihan hejand, giyanên evsanevî bi tirîjê rojê re li ezmanê welêt wek stêrkan biriqîn, bi ken û șahiya tekoșînê.
Dagirker hejiyan, cubeyê kesk li navlingan geriya, rûçikên sexte derket meydanê, tirsa têkçûnê li wan xwe guhezand derewên bi teriyê gupik, di nava lêvên wan ên darivî de têkçû. Derewên çapemeniya wan a bê îman jî, di bêrîka wan de ma. Serokwezîrê wan bû pêkenok, cihan bi wan keniyan, lê rûçik kelêj, awir xayîn, edep li kûçeyên Qasimpașayê wenda. Bikaranîn û gotin têwerdana “Kurd aydinê” çapemeniya fetullahî jî di bin çengê ranta wan de bi siya wan re heliya têkçû, zivêr bûn di kûçeyên bêbextiyê de. Her leqandin bîn bi ser wan xwefiroșên nû xist.
Careke din polîsên xwe yên baș Arincê kurê çawișman derxistin pêșberî bala giștî, xwestin bi reșandina hêviyên vala, bi manevrayên dek û dolaban ji vê sergêjiyê bi zirarekê kêm bifilitin, lê dereng man, wê ewê jî biçin gel birayên xwe yên kemalîstên sozialnasyonalîst.
Dema mirov li kemalîstên laîq û yên bi cubeyê kesk dinêre; dibîne ku zihniyeta wan yek e, tu cudahî di navbera wan de tune. Hemû guhertinên heyî jî, berhemê babeta Kurd e. Tekoșan Kurdistaniyan șoreș e. Ev șoreș șoreșeke guhertina zihniyetê ye jî. Ne tene di nava Kurdan de, zihniyeta dewleta Tirk ya hișkê ji normên cihanê der û ya devșîrmetiyê jî diguherîne.
Ji ber vê rastiya xwe jî, ev tekoșîna rojiya mirinê xwedanê guherînên wisa mezin e ku tekoșîn û bayê tekoșîna vê zuhniyetê diguhezîne, xwe ji wan bedenên efsaneviyên di rojiya mirinê de jî derbaz dike. Divê hemû Kurd di rastiya vê guhertina zihniyeta li Rojhilata Navîn de nêzîkê rojiya mirinê bibin.
Bedenên efsanevî