Piştî komkujiya dewleta Tirk li Kortek a Başûrê Kurdistanê, 52 parlamenterên Iraqê xwest parlamen li ser mijarê bicive. Aliyên Kurd û xelk jî dibêjin bêdengiya Hikûmeta Herêmê û ya Iraqê bûye sedema komkujiyê.
Êvara 27’ê Hezîranê, balafirên şer ên dewleta Tirk li Binarê Qendîlê li Kortekê 2 wesayîtên welatiyên sivîlan kirin hedef. Di bombebaranê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker, di sala 2011’an de jî li heman cihî dîsa wesayîta gundiyan bombebaran kiribû û komkujî pêk anîbû.
Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava qetilkiriyan de 4 zarok û jinek ducanî jî hebûn. Bombebarana dewleta Tirk her roj dewam dike. Li dijî komkujiyê û bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî komkujiyê welatiyên Binarê Qendîlê bihêrsin. Hevserokê Şaredariya Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku bombebaranên dewleta Tirk gelek ziyana madî û canî daye welatiyên Binarê Qendîlê.
Li dijî dagirkeriyê derkevin
Mihemed Hesen eşkere kir ku ji ber bêhelwestiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê êriş û bombebarana dewleta Tirk bi salene dewam dike û got; “Em ji civaka nevneteweyî û hikûmetê daxwaz dikin ku bêdengiyê bişkênin û bi yekdengî ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkeriyê derkevin.”
Rêya Kortekê riya 150 gundan e
Welatiya Binarê Qendîlê Kiwêstan Elî jî Komkujiya dewleta Tirk şermezar kir û got, “Dewleta Tirk bizanebûn sivîlan dike hedef. Herî dawî 10 welatiyên Kortekê kirin hedef. Rêya Kortekê riya me ya sereke ya 150 gundan e. Rojane em vê riyê bi kar tînin, ji bo hatinûçûna nava baxên xwe. Gerîlayên PKK’ê li wir nînin. Hincetên weha derew in.”
Iraqê komkujî şermezar kir
Wezareta Derve ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê komkujiya Kortekê şermezar kir û got; “Divê dewleta Tirk bi lez bombebaranên xwe rawestîne. Ji ber ku bombebaranên dewleta Tirk binpêkirina serweriya Iraq û destûra navnetewî ye.
Divê parlemento bicive
52 Parlementerên Parlamentoya Iraqê jî daxwaznameyek ji Serokê Parlamentoyê re şandin û xwestin parlamento li ser mijara binpêkirina serweriya xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bicive. Daxwaznameya bi îmzeya 52 parlamenterên Iraqê, pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hate kirin. Di daxwaznamê de ji Serokê Parlamentoyê daxwaz hate kirin ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Karê Hundir di rûniştina parlamentoyê de amade bibin. Ji bo parlemento li ser pirsgirêk û binpêkirinên artêşa Tirk ên li ser xaka Iraqê bigihe çareseriyek rasteqîn.
Li Mexmûrê hate protestokirin
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komkujiya dewleta Tirk a li Kortekê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Huseyîn Kara ve hat dayîn. Kara bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê û got, “Em hemû baş dizanin ku ev demeke ji aliyê artêşa Tirk ve xaka başûrê Kurdistanê bi balefiran tê bombebarankirin. Ji bo dewleta Tirk ferqa di navbera parçeyên Kurdistanê û Kurdan de tine, yanî ji bo dewleta Tirk tenê Kurd be bes e, li ku derê dibe bila bibe êrişî wan dike. Armanca wan ew e ku bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê tevayî parçeyên din yên Kurdistanê têxin bin kontrola xwe”
NAVENDA NÛÇEYAN