Meşa Hêkesorkê ku hersal li bakurê Elmanyayê li dijî şer û ji bo çekdanînê tê kirin, îsal li bajarê Bremenê bi rê ve çû. Di meşê de Kurdistanî jî beşdar bûn û wan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Keça Yuksel Koçî, Dîlan Koç li vir peyivî û got, dawî li bêndengiyê bînin û piştgiriyê bi çalakgeran re nîşan bidin.

Di meşa îsal de nûneên civaka Kurd, Tamilî, Ermenî, komeleyên Elewî û gelek kom û civakên din beşdar bûn. Peyama hevpar a meşê jî weke her sal “Aştî li şûna şerî” bû.

Moderatora Foruma Aştiyê ya Bremenê Eva Boller bi xwe pirr kêfxweş we dida nîşan gava ku digot, “Em ji her demê rengîntir in”. Li gorî wê, meşa Hêkesorkê ji her demê pêwîstir e ji bo aştiyê. Bêhtirî hezar meşvanî ji Hauptbahnhofê heta bi Marktplatzê meşiyan. Di mîtînga li vê derê de Dîlan Koç, keça Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî peyivî. Wê behsa çalakiya Leyla Guven kir ku beriya bi 167 rojan dest pê kir, got, ew û qederê 7 hezar çalakgerên din ên di greva birçîbûnê de doza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dikin.

 

BREMEN