Tevgera Azadî bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaza rakirina ambargoya ser wargeha Mexmûrê kir û da zanîn ku bêdengiya hizbên Başûrê Kurdistanê li hemberî ambargoyê, cihê pirsyarê ye.
Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê 207 roj li pey xwe hişt. Li rex ambargoyê balafirên artêşa Tirk a dagirker jî carna êrişî wargehê dikin. Dîsa çeteyên DAIŞ’ê ambargoyê ji bo xwe dikin derfet û çend car in ku êrişê wargehê kirin. Tevgera Azadî li ser ambargoya ser wargeha Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Mexmûr serî naçimîne
Tevgera Azadî bi pirsyara ‘Ji bo çi bombebarana balafirên dewleta Tirk, ambargoya PDK’ê û êrişên çeteyên DAIŞ’ê? Dest bi daxuyaniya xwe dike. Tevgera Azadî balê dikişîne ser pêvajoya penaberbûna xelkê Mexmûrê û dide zanîn ku 28 sale ji ber helwesta şoreşgerî bi hezaran kes ji xelkê Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Herwiha tê diyarkirin ku di dema penaberbûnê de gelek wargeh hatine guhertin û herî dawî jî di bin çavdêriya desthilata Hikumeta Herêma Kurdistanê, Iraq û lijneya çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li herêma Mexmûrê bi cih bûne.
Pêwîstiya me bi yekrêziyê heye
Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniya xwe de banga dawîanîna ambargoya ser wargehê kir û wiha tê gotin; “Êrişa çeteyên DAIŞ, bombebarankirina balafirên dewleta Tirk û ambargoya ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê hev temam dikin. Ev jî dibe cihê pirsyarê û li cem welatiyan hemûyan gumanê çêdike. Ji bo rewşek wiha, pêwîstiya me bi yekrêzî û yekîtiya neteweyî heye. Divê xizmeta dagirkeran neyê kirin û bê gotin, ji bo çi Herêma Kurdistanê li hemberî êrişên li ser xelkê me yê têkoşer tê kirin, bêdeng e?”