Êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li dijî dagirkerî û êrişan her ku diçe nerazîbûna beşên cuda yên civakê jî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Çavdêrê Siyasî yê ji Hewlêrê Mufîd Haşim û Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) Mistefa Mewludî peyivîn û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî dagirkeriyê rexnekirin.
Çavdêrê Siyasî Mufîd Haşim diyar kir ku serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê di bin desthilatdariya hikûmeta Iraqê de ye û got; “Rojane dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û nêzî 35 kîlometreyan ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e. Divê kabîneya nû, xwedî bername be. Ji kabîneya berê cudatir be. Divê mekanîzmayek hebe, ji bo rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigirin. Mixabin civaka navneteweyî binpêkeriya dewleta Tirk nabîne û li hember ker û lal e.”
Tavilê helwesta pêwist raber bike
Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) Mistefa Mewludî jî diyar kir ku êriş û bombebaranên artêşa Tirk ên li ser deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ne tiştek nû ye û got; “Çend sale in ev bûyer li van deveran diqewimin. Hêvîdarim hem hikûmeta Iraq hem hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî û dîplomasî de çareseriyekê ji bo rawestandina van êriş û operasyonan bibînin da ku êdî xelkê vî welatî neyên, kuştin û malên wan neyên werankirin. Iraq bi behaneyên cûda cûda helwesteke pêwîst li dijî van êrişan nîşan nade. Erkê hikûmeta Iraqê ew e ku rê nede welatekî biyanî êriş bike ser welatê wê, xaka wê bişewitîne û gelê wê qetil bike. Ji bona wê banga me ji rayedarên Iraqê re ew e ku tavilê helwesta pêwist raber bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN