Kurdistanî û dostên wan xwe ji çalakiyên 1 û 2´yî Mijdarê re amade dikin û ji bo vê jî gelek sazî banga beşdariyê dikin hem ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û hem jî ji bo nîşandana piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re. Belê çalakî li Ewrûpayê her roj û êvar dewam dikin.

Li bajarê Elmanyayê Esslingenê Kurdistaniyan û dostên wan dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava protesto kir. Çalakî bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û MLPD, Fur Esslîngen, Fraeenverbend Courage, Navenda Çanda Elewî ya Esslîngen (AKM) li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava çalakiyek hevpar kirin.

Di çalakiyê de hevserokê NCDK´ê Farûk Mûtlû got, “Dewleta Tirk her roj li Rojava qirkirinê dike. Li dijî vê bêdeng mayîn ne exlaqî û ne jî mirovî ye. Em li vir in, li dijî dagirkirina Rojava bêdeng nabin. Heta dagirkeriya li Rojava bi dawî nebe, em ê li kolanan bin.”

Divê hesa ji Tirkiyê bê xwestin

Li paytexta Swêdê Stockholmê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan saet 18:00’an li Qada Sergelstorgê hatin ba hev û dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Karvan Seîd di çalakiyê de got, serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî bi desteka Kurdan ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin. Seîd diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên der mirovî yên li Rojava bê mehkemekirin û hesab jê bê xwestin. 

 

ESSLINGEN/STOCKHOLM