Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye. Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên ANF’ê.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven îşaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî ya li beramberî tecrîdkirina Ocalan kir û got, “Nabe ku ev yek bê qebûlkirin. Li gelek paytextên Ewrûpayê bi deh hezaran Kurd bi salan e çalakiyan dikin. Deverek nemaye ku miracaet nekirine. Ev ne rewşeke qebûlkirinê ye. Divê ev bê zanîn.”
Serokê şaxa ÎHD’a Amedê, parêzer Abdûllah Zeytûn 10’ê Mijdarê çû hevdîtina Leyla Guven û der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wî got, tecrîd li dijî peymanên navneteweyî û hiqûqa mafê mirovan e.
Divê Guven bê berdan
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de xwest Guven bê berdan: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpêkirin, mafekî bingehîn e û divê pê re bi riyên siyasî hevdîtin bê kirin, daxwazên wê li ber çav bên girtin.
Divê demildest rewşa dîlgirtîbûnê ya Leyla Guven bê bidawîkirin û ew bê berdan.”
ANF/AMED