TOPRAK EREN / ANF/BEHDÎNAN

Li herêma Kendakola ya Xakurkê beriya 19 salan 11 jê zarok û 13 jê jin bi giştî 42 sivîl ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî ku hesab ji kujeran nehate xwestin komkujiyên nû li şêniyên herêma Kendakolayê hatin kirin. Balafirên şer ên artêşa Tirk di 15’ê Tebaxa sala 2000’î de li herêma Kendakolayê ya Başûrê Kurdistanê bombe li sivîlan barandin û 11 jê zarok û 13 jê jin bi giştî 42 sivîl qetil kiribûn. Rayedarên Tirk ên wê demê îdîa kirin ku komkujî bi şaşitî hatiye kirin û hewl dan ku komkujiyê binixumînin. Hikumeta Federal a Kurdistanê û hikumeta Iraqê hem wê demê hem jî 19 sal piştî komkujiyê bêdeng man.

Xaka me dagir kirine

Şahidên komkujiyê ku gelek ji wan di komkujiyê de xizmên wan hatine kuştine, qala wan kêlîyan kirin. Welatiyê bi navê Weysî Xidir Reşo dibêje: ”Xanî û gundên me hîn jî ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve tên bombekirin û niha jî metirsiya komkujiyeke nû heye. Hêzên dewleta Tirk xaka me dagir kirine. Deverek nîne ku em karibin pezê xwe lê biçêrînin. Xaka me bi balafirên şer û topan tê bombekirin. Di sala 2000’î de li Kendakolayê 42 jin, zarok endamên eşîra me, mirovên sivîl bi balafirên şer hatibûn qetilkirin. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin.”

Em nikarin biçin zozanên xwe

Weletiyê bi navê Kurdo jî ku di Komkujiya Kendakolayê de gelek xizmên wî hatin qetilkirin, got; ”Xaka me rojane bi rengekî bênavber tê bombekirin. Em bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê fêhm nakin. Em nikarin biçin zozanên xwe, ji ber êrişên balafirên şer ên artêşa Tirk heywanên me telef dibin. Dixwazin ku em xaka xwe biterikînin. Dewleta Tirk çiyayên me dagir kiriye. Divê hêzên Tirk xaka me biterikînin. Armanca dewleta Tirk çiyayê Şekîfê ya jî çend çiyayên din nîne, armanca wan dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye.”

Ez minetdarê zarokên leheng im J

ina bi navê Qumrî Xelef jî dibêje:”Di ser komkujiyê re 19 sal derbas bûn hîn jî bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dixwazin ser komkujiyê bigrin. Em zarokên xwe di bin bomberdûmanê de mezin dikin. Xakurkê xaka me ye, divê tavilê ji xaka me derkevin. Di komkujiya Kendakolayê de kurê min, bûka min û neviyên min hatin qetilkirin. Divê her kes bi vê zanibe; em ê li pêşberî zilmê serê xwe netewînin. Ji xwedê hêvî dikim ku hêzê bide gerîlayên ku li Xakurkê şer dikin, bi can û xwîna xwe xaka me diparêzin. Ez minetdarê zarokên me yên leheng in.”