
Rewşenbîr û rewşenbîrî di nava civakan de bi taybetî civakên bipêşketî de xwedî seknek û giraniyeke taybet in. Bûyer û rûdanên tevahiya dîrokê yên li welatên dinyayê hemû di nava wijdan û hestên rewşenbîran re hatine tomarkirin. Bi nihêrîneke din di nava berheman de çap bûne û ji bo paşeroja gelan bûne belge. Bervajî vê yekê jî gelekan ji rewşenbîran dîrok berevajî kiriye, wan ew yek jî ji bo berjwendiyên xwe bi kar anîye. Lê ew bersivên dijwar jî dane wan, civakên wan bi xwe ew şermezar kirine.
Heger em hinekî li wijdanê rewşenbîrên Kurd mêze bikin, bi gelemperî em bi aweyekî rasteqîn, rastî gelek nakokî û nêrînên cuda tên. Baş e, gelo çima hewqas nakokî li cem gelek rewşenbîran peyda dibin? Çima rewşenbîrên Kurd nabin xwedî toleranseke rewşenbîrî û li gorî berjewndiyên wêjeya Kurdî kar û xebatên xwe nakin û nayên cem hev? Çima rewşenbîrên Kurd bi pîvan û tevgerên rewşenbîrî nabin mînak ji bo ku sibe dîrok wan tewanbar neke? Ma ne ji bo wêjeya Kurdî kar dikin?
Ez dibêjim, ey rewşenbîrê Kurd! Birêz Abdullah Ocalan lîderekî Kurdan e, ev 21 sal in, di zindana Tirkan de ye, ev 21 sal in têdikoşe û li hemberî zêhnetiya dewleta faşîst li ber xwe dide. Ev 21 sal in ku ji bo ziman çand dîrok û welatê ku tu xwe pê berz û bilind dikî, cengê dike. Ma ka tu ji bo vî rêberî, rojekê peyamekê yan jî helbestekê yan jî gotareke wijdanî dinivîsî ey rewşenbîrê Kurd?
Komploya navneteweyî ya 15 Sibatê ya li dijê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, hîna di wê qonaxê de ye ku dijminê gelê Kurd, nexasim dewlata Tirk bi serokatiya Tayyip Erdogan hîna bi zihniyeta xwe dixwaze Kurdan bêstatû bihêle ,
Ev pîlanên neyarên Kurdan dema ku rastî bêdengiya rewşenbîran tê bi awayekî raste rast dikeve xizmete dijminê Kurdan.
Piştî Şerê Cihanê yê Yekê, şerên parvekirina cihanê û metingerkirinê dan destpêkirin. Di vê çerçoveyê de oparasyonên ku li rojhilat hatine kirin, bi rolên pirr girîng rabûn. Gelê Kurd û welatê wan Kurdistan, hingî bi peymana Syks-Picot û piştre di peymana Lozanê, hat dabeşkirin li çar dewletan. Piştre jî bi peymanên li ser herêmê re parvekirinê kiras jî guherî, wê demê dixwestin êdî Kurdan tine bikin. Li derdora rewşenbîran çûn û hatin û dixwestin bi keseyeta rewşenbîrên Kurd bandorê li wan bikin. Û hîna jî pîlanên bi vî rengî dewam dikin.
Bi vê yekê re, piştî peymana Lozanê ku Kurdistan û civata Kurd hat çarparçekirin,
êdî şerê çarenûsa Kurdan dest pê kir. Gelê Kurd û bêguman bi rewşenbîrên xwe re wê peymana çarparçekirinê heta niha jî bi irjdî red dikin û napejirînin. Piştî vê dîrokê gelê Kurd li ber wê peymanê û tinehesibandina xwe û statuya xwe, rabû, û serî hilda. Serhildan, komkujî û hewldanîn qirkirinê bê navber ketin zik hev; Serhildane Şêx Mehmûdê Berzencî, Serhildane Agirî, ya Şêx Seîd, terteleya Dêrsimê û berxwedana Seyîd Riza û wekî din.
Ev bûyer û serhildanên hanê hemû ku em behsa wan dikin, bêguman bi alîkariya gelê Kurd û rewşenbîrên xwedî wijdan, heta vê qonaxa roja me ya îro li dar e, li milê din ew bersivek bû, vê dida nîşan ku Kurd li dijî wê rewşa bêstatuhiştinê li ber xwe didin û ev berxwedan û liberrabûn heta roja îro jî hat. Bi vê re jî, dijminan xwestibû ku maf û azadiya wan bi statûya wan re bê teslîmgirtin.
Dewletên herêmê yên weke Tirkiye, Îran, Sûrî û Îraqê, hevalbendên wan ku sînorên wan nêzî hev in, bi dev dostbûna xwe diyar dikin ji Kurdan re, lê halbûkî di bin cilkên wan de pîlanên tinekirinê hene û dixwazin vê jî bi pênûsên rewşenbîran xêz bikin. Niha jî dixwazin, ew ê piştre jî vê bikin, xasma heger piştgirîya welatên rojavayî hebe, ew ê şerê tinekirina Kurdan bikin.
Ma gelo rewşenbîran hay ji vê rewşê heye? Gelî rewşenbîran ma hîna hûn ê li pey mija dîrokê bi bêdengiya xwe re bi ku ve herin? Yanî hûn ê li bendê bin da ku nifşên ku li pey we werin, we şermezar bikin. De rabin qurbana çav, sed salek din wilo êdî nayê, rabin dereng e!
* Me doh ji ber şaşiyeke teknîkî, nivîseke kevin a nivîskarê xwe weşandibû. Em ji nivîskarê xwe û xwînerên xwe ji ber vê yekî hêvî dikin, zêde li me negirin.