Siyasetvanên Kurd Dr. Fayiq Gulpî têkildarî destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê di hundirê Başûrê Kurdistanê û bêdengiya her du hikûmetên Bexda û Hewlêrê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) peyivî. Dr. Fayiq Gulpî got ku gava ku artêşa Tirkiyeyê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bû, diviyabû helwesta hikûmeta herêmê û helwesta PDK'ê li hemberî vê destwerdanê zelal baya ji ber ev herêmên dagirkirî di serweriya PDK'ê bû û wiha axivî: “Lê ji ber ku serokê hikûmeta herêma Başûr cîgirê serokê PDK'ê ye, em dikarin bêjin ku ev partî destwerdana Tirkiyeyê erê dike û ev partî li hemberî vê mijarê berpirsyarê sereke ye. Dema ku em helwesta hin partiyên din dibînin, diyar dibe ku bê cesaret in û li hemberî vê destwerdanê bêdeng dimînin, li vir jî diyar dibe ku evan partî jî razî ne.
Mixabin li hemberî vê mijarê bêdengiyeke çapemenî, gelêrî, parlemanî li Başûrê Kurdistanê heye. Eger hikûmeta Başûr û PDK'ê ji vê destwerdanê ne razî bin, herî kêm dê giliyên xwe pêşkêşî aliyên têkîldar bikiribana. Lê bêdengiya wan tê wateya erêkirina wan ji destwerdana Tirkiyeyê re.”
Fikra neteweyî qels e
Dr. Fayiq Gulpî derbirî ku di siyaseta li Başûrê Kurdistanê de pirsgirêka sereke ev e ku partiyên siyasî li ser zemîneke eşîrtî hatiye birêxistinkirin û fikra neteweyî li ba wan qels e û wiha peyivî:"Gelek kes alîgirtiya eşîr an partiya xwe dikin. Ev yek di vexwendina leşkerên artêşa Tirk a li gundekî herêma Başûrê Kurdistanê de diyar dibe, serokê eşîrekê ku endamekî çalak ê PDK'ê ye, eşkere dibe.
Evan eşîr û partî hegomoniya xwe li ser gel ferz kirine da ku girêdana wan a netewî û niştimanî lawaz bikeve. Divê gel xwe ji van sîstemên siyasî û civakî rizgar bike û rastiya xwe ya azad bijî."
Her wiha di hevpeyvîna xwe de Dr. Fayiq Gulpî got ku divê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwe ji hegomoniya dagirkeran rizgar bikin û wiha axivî: “Esas pirsgirêka me ne tenê dagirkirina axa me ye ji ber fikrên me jî li Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin. Divê gelê Kurd di aliyê fikrî de jî xwe azad bike û bêyî azadiya fikrî ne pêkan e yekîtiya Kurdan pêk were.”
SILÊMANÎ