Li Rûsyayê Kurd li dijî tecrîdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin meydanan. Çalakgeran piştgirya xwe ya bi çalakgerên greva birçîbûnê jî da zanîn.
Li navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê li dijî tecrîdkirina Ocalan Kurdistaniyan meşek li dar xist.
Endamê Meclisa Gel a Dergaçi, Îsmaîl Yusupov ji meşvanan re peyivî û çalakiya Leyla Guven û yên çalakgerên din ên greva birçîbûnê silav kir.
Yusupov bêdengiya raya giştî ya dinyayê protesto kir û got, “Bêdengiya wan rêxistinên navneteweyî yên ku ji xwe re dibêjin, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên demokratîk, bi rastî jî cihê şermê ye.”
Yusupov got, heta ku tecrîd dewam bike, çalakiyên wan jî wê dewam bikin.
ANF/ MOSKOV