Pêr êvarê li semta Dîlokê Şahînbeyê, li taxa Beybahçeyê li dijî daweteke Kurdên ji Berweriya Sêrtê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dayî gihişte 51´ê. Hejmara birîndarên vê êrişa li dijî mirovahiyê û jiyanê jî di navê de 34´ê giran bêhtir ji 100´î ye. Ji birîndaran li ser 19´an hîna tehlûkeye mirinê heye.  Cenaze bi merasîmeke giştî hatin veşartin. Tevahiya nîşanan, îşaret bi dewleta Tirk dikin ku ev êriş weke beşek ji êrişên xwe yên li dijî Tevgera Rizgariya Gelê Kurd bi kar anî, tevî ku maşik û destika wê DAIŞ diyar e.

Êriş pêr êvarê li taxa Beybayiyê di dema daweteke li derve ya Kurdên ji Berwariya Sêrtê de pêk hat. Li deverê êrişê parçeyên kembereke êrişekariya xwekujî hatiye dîtin, li gorî hin îdîayan jî êriş bi wesaîteke bombebarkirî pêk hat, hin îdîayên din jî behsa erebokeke pitikan dikin ku bombebarkirî avêtine nav meydana dawetê. 

Hejmara mirovên di vê êrişa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan, gihişte 51´ê. 


Kujer Erdogan!

Ji bo 41 mirovên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dayî, li goristana Yeşîlkentê merasîmek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ji bo merasîmê civiyan, slogana ‘Kujer Erdogan’ gotin. Cenazeyek wê li Semsûrê û yeke din jî wê li Wanê were definkirin.

Di merasîma li goristana Yeşîlkentê de bi hezaran kes amade bûn, ku di navê de Hevserokên HDP, DBP, KCD, HDK û parlamenterên HDP’ê jî hebûn.

Girseya gel nerazîbûneke tund nîşanî AKP’ê û Erdogan da û sloganên “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, û “Şehîd namirin” hatin gotin.

Parlamenter û rayedarên AKP´ê yên xwestin tevlî taziyeyan bibin jî beriya wê, rastî nerazîbûna xelkê hatin ku AKP weke hevkarê DAIŞ´ê bi nav kir û bi slogana Erdogan û AKP kujer in, bera wan da.


Ji bo 3 rojan şîn

Li aliyê din Kongreya Civaka Demikratîk (KCD) jî bi daxuyaniyekê AKP weke berpirsiyarê êrişê bi nav kir û sê rojan jî şîn ragihand. Di vê çarçoveyê de KCD´ê ev bang kir: “Em bang li gelên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî vê êrîşa hovane bêdeng nemînin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Ji îro û pê ve em 3 rojan şînê îlan dikin.”

Hevserokê HDP´ê Selahettin Demirtaş jî li Amedê daxuyaniyek da û got, “Rewşeke rasthatî nîne ku komkujî piştî deklarasyona KCK’ê hat kirin.”


Dewletê ji berê ve organîze kir

Beriya niha derkletibû holê ku serçeteyê DAIŞ´ê li Dîlokê Yunus Durmaz ji serçeteyê Tirkiyeyê yê DAIŞ´ê Îlhamî Bali re nivîsiye ku dixwaze li Dîlokê li dijî dawetekê êrişekê pêk bîne. Ev belgeya vê nivîsê di îdîanameya dozgeriyê ya komkujiya li Enqerê ya 10´ê Cotmeha 2015´an de cihê xwe girtibû.

Li gorî vê belgeya ku li gorî texmînan 6´ê Cotmeha 2015´an hatiye nivîsîn, çete Durmaz ji çete Bali destûra çalakiyê dixwaze. Di belgeya navbirî de weha tê gotin:

“PKK´yî dawetan dikin. Hin kes bi tenê ji ber ku xizm in tên van dawetan lê bi pirranî PKK´yî ne, û li dawetan alên PKK´ê tên hildan, stranên wan tên gotin. Ey dipirsim ka em çalakiyekê li dijî cihekî wisa bikin. Van rojan dawet heye. Heke hûn bibêjin dibe, em ê çalakiyê bikin înşela.”

Tevî vê agahiya zelal a li cem dewletê, ne xwediyên dawetan hatin hişyarkirin, ne tedbîrên ewlkariyê hatin girtin, ne jî li dijî DAIŞ´a ku Dîlok navenda wê ya operasyonel e li Tirkiyeyê, ti gavên cidî hatin avêtin. Li şûna wê DAIŞ ji bo operasyonên çavtirsandina gelê Kurd û ji bo provokasyonên siyasî û eskerî hat bikaranîn.


Ambulans dereng hat

Dewleta ku bi tetikkêşiya DAIŞ´ê ev komkujî pêk anî, bi tevahiya çerxên xwe ji bo zêdekirina ziyana li canê mirovan bûyî xebitî. Şahidê bûyerê Serdar Serhat dibêje, ambulans pirr dereng hatine cihê bûyerê û ji ber vê yekê gelek kesên xwîn ji wan çûyî, jiyana xwe ji dest daye. Serhat wekî din da zanîn ku DAIŞ´ê beriya niha li malbata daweta xwe çêkirî, gef xwaribûn. 
Serdar Serhat dema deqîn pêk hat li nêzî dawatê li cem kuafor rûniştibû û piştî bihîstina dengê teqînê diçe cihê bûyerê. Serhat wiha li ser dewama qewmînan dipeyive: “Ambulans dereng hatin cihê bûyerê. Ambulansan têr nekir. Pirraniya kesên jiyana xwe ji dest dayî Kurd in. Li ber deriyê nexweşxaneyan jî dengê tekbiran dihat. Malbatên nerazîbûna xwe anî ziman jî rastî êrişa polîsan hat. Li taxa teqîn lê pêk hatî malbatek DAIŞ’ê heye. Vê malbatê gef li der û dorê xwaribûn.” 




Piştî êrîşê nijadperest bi ser taxên Kurdan de çûn

Dewleta ku êriş plan kir û bi rê ve bir, piştî êrişa bombeyî rê li ber komên nijadperest vekir ku bi ser taxên Kurdan ên wekî Beybahçe, Vatan, Guzelvadî, Karayilan, Firatlar û Ocaklarê de bi hilgirtina alên Tirk biçin û bi tekbîran xelkê bitirsînin. Parlamenterê HDP’ê yê Dîkokê Mahmut Tugrul diyar kir ku cendirme jî ketine taxan û komên jinadperest bi alên Tirk ketine taxa êriş lê pêk hatî. 



Berpirsyarê komkujiyê AKP ye

KCK’ê têkîldarî komkujiya li Dîlokê ya di encama êrişa bombeyî ya li dijî daweteke Kurdan de, daxuyanî da û got: “Ev komkujî ji aliyê kê ve hatibe kirin jî, berpirsyar AKP ye. Komkujî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin jî, berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP’ê ye.”


Tirkiye wê hesab bide


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî û tevahiya gelê Kurd re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
KCK´ê got, komkujî ji aliyê kê ve hatibe kirin jî berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP’ê ye û weha dewam kir: “Ev komkujî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP’ê ye. Hêza bingehîn a ku DAIŞ li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, desthilatdariya AKP’ê ye. Yê ku hişt li Dîlokê xwe bi rêxistin bike, AKP ye. AKP dixwaze bi destê DAIŞ’ê bandorê li Sûriyeyê bike û Şoreşa Rojava bifetisîne. Lewma ne tenê Sûriye veguheriye gola xwînê, di heman demê de li Ewrûpa, Tirkiye û Kurdistanê komkujiyên mezin hatine kirin. Ji ber ku dewleta Tirk destek daye DAIŞ‘ê, tevahiya mirovahiyê berdêleke giran daye. Eger rojekê yên destek dane DAIŞ‘ê werin darizandin, wê beriya her kesî Tirkiye bê darizandin. Her çend Tirkiye niha hewl dide xwe ji van têkiliyan rizgar bike jî, wê hesabê van komkujiyan ji sedî sed bide.”




‘AKP DAIŞ’ê bi kar tîne’


KCK´ê got, AKP hem DAIŞ kiriye mijara bazarê, hem jî weke amûreke provokasyonê bi kar tîne û weha dewam kir: “Xuya ye bi rêya vê komkujiyê dixwazin di mijara avakirina herêma tampon a li Sûriyeyê de zextê li hêzên navneteweyî û welatên herêmê bikin. Ji bo Sûriye û hin welatên din ji bo avakirina herêmeke tampon qaneh bikin, eşkere ye wê vê komkujiyê bi kar bînin. Provokasyonek bi vî rengî, ji bo vê armancê hatiye kirin. Bêguman hedef Kurdên li Sûriyeyê ye. Di vî warî de yên weke qurban hatine hilbijartin jî dîsa Kurd in.”




‘AKP nikare rastiyan veşêre’


KCK´ê di daxuyaniyê de îşaret bi elaqeya komkujiya li Dîlokê bi dijminatiya desthilatdariya AKP’ê ya li Rojava re heye û got, heta ku desthilatdariya AKP’ê dest ji vê dijminatiyê bernede, wê DAIŞ an jî hêzên bi maskeya DAIŞ‘ê van komkujiyan dewam bikin. 
KCK´ê got, piştî ewqas dijminatî li dijî Kurdan û ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, eşkere ye ku wateya ti gotinê nîne û weha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Lewma em bang li dewleta Tirk dikin ku dest ji dijminatiya li Kurdan berde, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derhal gavê bavêje û dest ji dijminatiya li Şoreşa Rojava berde. Heta ku dewleta Tirk dest ji vê polîtîkayê bernede, wê di her şerê li dijî Kurdan de winda bike û ji her demê bêhtir, gelên li Tirkiyeyê bixe nava tehlûkeyên mezin.” 



Banga lezgîn a çalakiyan ji bo Dîlokê

KCDK-E û NAV-DEM’ê bang li Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrat, şoreşger ên li Elmanya û tevahiya Ewropayê kir, li dijî komkujiya li Dîlokê bi rengekî lezgîn dakevin meydanan û çalakiyan li dar bixin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyên nivîskî weşand û êrişa terorê ya li Dîlokê weke dewama faşîzma li Pirsûs, Amed, Enqere, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Hezex, Lice û cihên din hat binavkirin.

Di daxuyaniyan de AKP weke berpirsiyarê êrişê hat destnîşankirin û hat bibîrxistin, ku êrişa dawî wê rojê pêk hat ku Konseya Rêveber a KCK’ê li ser navê gelê Gelê Kurd ji bo qedandina şer û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, niyeta xwe ya baş eşkere kir. 

KCDK-E û NAV-DEM’ê doza xurtkirina berxwedanê li gelê Kurd kir û banga daketina meydanan bi lezgînî li Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrat, şoreşger ên li Elmanya û tevahiya Ewropayê kir.

Di daxuyaniyan de wekî din ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, DYA, Rûsya û hemû sazî û hêzên navneteweyî hat xwestin, ku li hemberî faşîzma Erdogan derhal bikevin nava tevgerê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN