MURAT ALPAVUT/DUSSELDORF


Hunermendê Kurd ê ji Serhedan, Amed ji bo albûma xwe ya nû ya bi navê “Bêhna Axê” dibêje, min bi wê xwe dît. Albûm vê şemiyê wê di 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li ser dezgehan be.

Amed bi bîr dixe ku Serhed bi çanda xwe, nexasim govend û kilamên xwe dewlemend e, û dibêje, ew jî hîna di temenê pişûk de çûye dawetan û tecrûbeyên avêtina ber hev û bi hev re kilam gotin û gerandina govendê çêbûye. Li gorî Amed, bingeha muzîka wî jî xwe disipêre vê çand û tecrûbeya hingê.


Stran û kilamên gelêrî dibêje

Amed ji bo muzîkê dibêje, “jiyan bi xwe ye” û wiha dewam dike, “Muzîk ji bo min deryayek e. Ez di vê deryayê de weke solîst her roj muzîkê dikim, tiştên nû fêr dibim û tecrûbe dikim. Ez di şertên roja me ya îro de hewl didim muzîkeke modern bikim.” Amed bi îhtîmam îşaret pê dike ku ew hewl dide destê xwe nede xewherê kilamên gelêrî û ji nû ve wan şîrove dike.


Divê em bêhtir hilberînin

Amed dibêje, şerê li Kurdistanê hîna jî astenag herî mezin a li pêşiya bipêşketina muzîka Kurdî ye û wiha dipeyive: “Dewleta Tirk û sîstem mirovan ber bi çanda bêhtir berxwarinê ve diajo. Ango li aliyekî dihelîne, li aliyê din pêşiyê li hilberînên nû yên dewleend digire. Ev ne tenê di warê muzîkê de wiha ye, weke li Heskîfê êrîşî dîroka vî gelî û nirxên wî dike. Em weke zarokên vî gelî û hunermendê wî, divê li hemberî vê çanda berxwarin û asîmîleker a sîstemê bêhtir hilberînin û xebatên xurttir bikin.”


Encama karekî kolektîf e

Ev sêyemîn albûna Amed e û ji bo vê albûma bi navê “Bêhna Axê” Amed dibêje, “Min xwe têde dît. Ev bû karekî albûmê ku ez karibim bibêjim, ha ev ya min e. Hêvîdar im ku guhdarên min jî vê hesta min piştrast bikin.

Ji bo tercîha navjî hunermend dibêje, “Bêhna Axê hesretê îfade dike. Helbet weke tevahiya Kurdên mişext û penaber ez jî bi hesreta welêt dijîm û nikarim biçim welatê xwe. Min hewl da hesreta xwe ya li gundê xwe, axa xwe bi ‘Bêhna Axê’ îafde bikim. Ma ne dibêjin, ez bi hesreta wê mirim, ê min jî, welatê min, gundê min axa min, ez bi hesreta wan mirim. Ji ber wê jî ‘Bêhna Axê’…”

Vê xebatê qederê salekê dewam kiriye û hem repertuwar û hem jî aranjeya wê encama karekî kolektîf e. Amed malavahiya hevalên muzîkjen ên Kurd dike û dibêje, “Nexasim jî aranjorê min û derhênerê min ê muzîkê Mazlum Adibelli û Ali İkizer di ber vê albûmê de gelekî westiyan. Ez malavahiya wan dikim.” Di albumê de ji bilî stran û kilamên wî, kilamên gelêrî jî cih digirin.


Gelek melodî ji nû ve hatin aranjekirin

Aranjor Mazlum Adibelli jî ji albumê razî ye, dibje wan gelek melodî ji nû ve aranje kirine, kirine formateke modern û wiha dewam dike: “Li gorî naveroka wan stran hatin bijartin û li ser wan em xebitîn. Dengê Amed bêhtir otantîk û ji rêûresmê ye, lê li vir me piçekî zor dayê, me hewl da di nava melodî û newayên moderntir de bidêrin. Wekî din di strana dawî de me xebata nîv-remîx a di nava ciwanên nifşa nû ya muzîka Kurdî de kêm tê bikaranîn jî ceriband.” 


‘Dayik’ hesreta me hemûyan a hevpar e

Amed dibêje, di “Bêhna Axê” de çîrokek her stran û kilamê heye û strana bi navê Dayik jî ji bo wî xwedî maneyeke taybet û girîng e, ji ber wî 15 sal in ku dayika xwe nedîtiye. Ji bilî stranên li ser hesreta welêt û dayikê, ji bo şehîdên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurd Mazlum Dogan û Delîl Dogan strana “Newala Teman” di albûmê de cihê xwe digire. 

Amed , vê şemiyê 16´ê Îlonê wê li 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Kolnê be û li ser dezgeha Mîr Muzîkê li benda guhdarên xwe be.

Amed ê sala 1983´yan li navçeya Elezîz Depê hatiye dinê, ji sala 1997´an ve li Ewrûpa ye û ev deh sal in bi awayekî profesyonel muzîkê dike. Wî beriya niha albûmên “Ax Evîna min”, “Hesreta Welat” derxistibûn.