DEMHAT DÊRIKÎ


Şev bû, şeveke germ. Dengê beqan ji dûr dihat, lê xwezî bi wî/wê xwe bigihînin ew gola bi pîsatiya beqan kesk bûyî. Erdal li Xebat meyze kir û got:

Heval Xebat, dengê beqan tê guhê te? Li ser pirsa Erdal, Xebat beşişî, got: Heval Erdal, tu zikreşiyê neavêjî wan beqan, çavê te dijwarin ha. Piştî van gotinên Xebat, Erdal destmala dora stuyê xwe gez kir da dengê kenê wî dernekeve. Xebat axaftina xwe domand: Heval Erdal, em sê heval in xwedî ezmûna şer û dijwariyên çiyayên Kurdistanê. Lewma, bi henek be jî, em hişyarê gotinên xwe bin. Hevalên koma me hemû nû ne, moral û dilwêrekî ji wan re divê. Tu dibîne, roj li me bûne sal, ne nane, ne av e, ji bilî çend libên şekirî. Ev bû çar roj artêşa Tirk bi hezaran leşkerên xwe li Gabar belav bûye, li pirr cihên em tê re diçin û tên, kemîn vedane. Divê em pir hişiyar bin, da em bêziyan bigihin cihê xwe. Heval Erdal, ji hevalê D re bêje, bibêjin hevala bila bêdeng rabin, em bikevin rê hîn li me nebûyî sibeh. Weke her carê, Xebat bi wê bejna xwe ya weke Fîdêl Kastro, rih dirêj, qenas li milan kete meşê. Ji awir û meşa wî pêjna erkên giran dihat... Piştî çend demjmêran ji meşê, Xebat, heval rawestandin û got: “Heval Erdal û D, hûn werin paş, bila heval D, li pişt min be û tu here dawiya komê da heval wenda nebin. Evder metirsîdar e, baş nas dikim. Xebat li pêş û koma hevalan bi ava xwêdanê dimeşîn. Ji meşê piyên wan bûne pelqaz, werimî, ji bê avî lêv şeqitîn... Ji nişkave deng û agirê ji çekên sivik û giran, Gabar ronî kir, Gabarê deng veda. Erdal bilez xwe gihande Xebat û D, geh bersiva guleyên dijmin didin, geh jî koma hevala diparastin, bi rêbaza xwe parastinê dûrî cihê şer ketin, ta ku gihiştin nava komeke lat û zinaran. Kom li wir sekinî, lê tenê xulekê jî etlayî bi Xebat nediket, çar aliyên komê çavdêrî dikir, ta ku tavsorkê çavê xwe vekir. Di wan kêliyên sibehê de dengê balafirên neyar li çiyayê Gabar bûn dengvedan. Xebat, bilez dest avêt çentê xwe û çeka qenasê û got: “Heval, bilez xwe amade bikin, dijmin cihê me nas kir, bi balafiran leşkeran dadixîne jêr. Dîsa, Xebat da pêşiya komê, dinya bûbû ronahî. Piştî demekê ji meşê, li ser fermana Xebat koma hevalan li ser zik û çokan meşa xwe berdewam kirin. Piştî Xebat, koma hevala bê ziyan gihande bine cihê, zik û çokên wan di nava xwînê de mabûn, lê hevala zanî ku Xebat ew li nava rojê, ji çar çemberên neyar xilas kirine. 


Têbinî: Xebat, şehîd Xebat e xelkê Dêrika Hemko ye û Xebat ê mezin yan gundê Kasanê tê naskirin. Erdal jî, şehîd Erdal e, ji gundên Şirnexê ye.