Hemleya rizgarkirina Reqayê dewam dike. Li vir her gavekê çîrokek derdikeve pêşiya mirovan. Şervanên HSD’ê taxa Hewa rizgar kir û em rojnameger jî serê sibê li wesayîtê siwar dibin û berê xwe didin eniyên pêş ên vê taxê. Bi wesayîtê bi qasî 20 deqe em çûn, di rê de rastî şervana YPJ’ê Sorxwîn a rûken hatin. Yek bi yek silav da me û em şandin ser avahiyekê. Her dera avahiyê qulqulî bûye. Li vir tenê mînder û dolabeke şikestî heye. Sorxwîn bi coşa xwe moralê dide derdora xwe. Li aliyekî sohbet dikin û li aliyê din jî çaya şervanan vedixwin. Em dixwazin rabin lê Sorxwîn dibêje; ‘çi eceleya we heye’. Ji ber ku karê wesayîta zirxî heye, em neçar in hinekî din jî rûnên. Sorxwîn kêfxweş dibe û dibêje ‘mêvan taca serî ne’.
Sorxwîn li aliyekî bi me re eleqedar dibe li aliyê din jî bi şervanan re. Sorxwîn bi dimbilkê ket hundir û got; ‘ez ê ji bo we li dimbilkê bixim lê wêne û dîmen nekêşin’. Bi dengê dimbilka xwe di nava şer de hêviyên azadiyê geş dike. Şervan bedewiyan diafirînin lê her tim şermoke ne. Naxwazin behsa bedewiyên ku diafirînin bikin. Piştî çend deqeyan wesayîta zirxî ya bi navê ‘firtina’ (bahoz) hat. Em di wesayîtê de diçin, hewa pir germ e lê kenê şervanan germê dide jibîrkirin. Li vir tişta herî girîng manewiyat û hezkirin e. Di wesayîtê de wêneyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane hatine daliqandin. Çavê min li nivîsa ‘Çi dibe bila bibe dê encam bê hempa be’ ket. Dipirsim ev gotina kê ye?
Şervanê bi navê Baz dibêje; ev gotina fermandarê YPS’ê Çiyager e, li Sûrê jiyana xwe ji dest da.
ŞÛJIN